Boxeyên Spanyayê cîzme qetandin
Diyarname
Di maça dawî ya çarîk fînalê de Spanya û Îtalya hatin hemberî hev, Spanya bi penaltiyan bi ser ket.
90 deqîqeya maça dawî ya çarîk fînalê a di navbera Spanya û Îtalyayê bi 0-0 bi daw bû. 30 deqîqeyên dema dirêj jî dîsa bi 0-0'ê bi dawî bû û maç derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de lîstikvanên îtalyayê Berossi û
Dinatare nekarîn gol bavêjin û bi 4-2 bi serketina penaltiyan boxeyên Spanyayê cîzmeyên Îtalyayê qetandin. Îtalya ku di sala 1996'an de bi penaltiyan Kûpaya Cîhanê bi dest xistibû vê carê bi penaltiyan xatir ji tûrnûvayê xwest.
Bi vê encamê Îtalya vegeriya mala xwe, Spanya jî derket nîv fînalê.
Di nîv fînalê de Spanya û Rusya dê bi hev re bilîzin.
Stad: Wien Ernst-Happel-Stadion
Hakêm: Herbert Fandel, Carsten Kadach, Volker Vezel