logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Cizîr di medyaya alman de

Gelek weşanên alman cih dan bûyerên li Cizîrê. Vane ew nûçe...

  • Dîrok: 12/09/2015
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Diyarname

Bûyerên ji ber qedexekirina derketina derve li bajarê Cizîrê bi awayekî berfireh di medyaya alman û ewropî de cih digirin. Hemû portalên nûçeyan û rojname cihekî berfireh didin bûyererên li Cizîrê rû didin. Medyaya alman hewl dide hem bi agahdariyên ji rayedarên dewleta tirk û hem jî ji nûnerên HDP´ê rewşa serdest ji xwendevanên xwe re ragihîne. 

tagesschau

Malpera televizyona fermî ya alman tagesschau bi sernivîsa "Kêşeya bi kurdan re bû sedema qurbaniyan", cihekî taybet da rûdanên li Cizîrê. Di heman nûçeyê de hem ji çavkaniyên cuda behsa hejmara qurbaniyên tê kirin û hem jî bal li ser wê yekê tê kişandin ku welatiyên kurd û dikanên wan bi gelek kiryarên tundî yên dewletê re rû bi rû mane.

Der Spiegel

Kovara navdar Der Spiegel jî bi sernivîsa "Gelek mirî li bajarê Cizîrê yê dorpêçkirî" nûçeyek ji xwendevanên xwe re weşand. Der Spiegel dide diyarkirin ku hikûmeta tirk îdia dike ku wan li Cizîrê li dijî PKK´ê serkeftin bi dest xistiye lê belê HDP wêneyekî din yê rewşê diyar dike û artêş nahêle ku çavdêr bikevin nava bajêr û yekser li wir li rewşê binêrin.

Heman kovar di berdewamiya nûçeyê de xwe disipêre agahdariyên ku HDP´ê belav kirine û wiha pê de diçe: "Partiya muxalefetê ya alîgirê kurdan HDP behsa kuştina 21 sivîlan dike ku zarok jî di nava wan de hene. Heman partî rexneya wê yekê dike ku dewletê pêşiya bidestxistina welatiyan a erzaq, av û elektrîka girtiye." Der Spiegel herwiha behsa videoyên li bajêr hatine girtin jî dike û dibêje ku ji wan videoyan diyar dibe ku kolan vale ne û şopên şer li hemû deran xuya dikin.

Die Zeit

Portala rojnameya ramanî ya navdar Die Zeit jî bi sernivîsa "Li Cizîrê çi diqewime?" nivîseke dirêj derbarê bûyerên Cizîrê û biryara dewletê de weşand. Nûçeya Die Zeitê bi hevokên "Leşkerên tirk bajarê ji 110 hezar şêniyan pêk tê dorpêç kiriye û tê gotin ku li wir li dijî PKK´ê şer dikin. Nahêlin siyasetvanên kurd jî biçin nava bajêr û ev siyasetvanên kurd jî di tirsa wê yekê de ne ku tevkujiyek li Cizîrê pêk were".

Rojnameya navderbasbûyî behsa zehmetiya bidestxistina agahdariyan a ji nava bajêr dike û dide diyarkirin ku li gor agahdariyên wan ji HDP û endamekî Komeleya Mafê Mirovan IHD´ê wergirtine, li Cizîrê heta niha 21 sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin.

Di heman nûçeyê de hem behsa bajarê Cizîrê ya kelehbûna HDP´ê û sempatiya bajêr a ji bo PKK´ê tê kirin û hem jî tê destnîşankirin ku welatî ji ber nebûna xwarin, av û elektrîkê di rewşeke xerab de ne.

Frankfurter Allgemeine Zeitung

Rojnameya konservatîf a almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) jî bi sernivîsa "Dîlên şerê li dijî terorê" bi awayekî berfireh behsa bandora neyînî ya qedexeya derketina derve li Cizîrê ya li ser welatiyan dike. Rojname dide diyarkirin ku bajar bi awayekî tund hatiye dorpêçkirin û gelek kes hatine kuştin.

FAZ di nûçeya xwe de van agahdariyan dide: "Ji roja ku derketina derve li Cizîrê hatiye qedexekirin ve parlamenterên HDP´ê li wir in. Parlament girêdana derve ya bi tenê ya ji nava bajêr in. Ew ji nava Cizîra ku hatiye dagirkirin ve nûçe û wêneyên mal û dikanên hatine tehrîbatkirin rêdikin derve. Li gor agahdariyên ew didin, heta niha 21 sivî ku ji wan 8 jê roja çarşemê hatine kuştin. Herî dawî êvara înê zarokekî 12 salî yê xwastibû ji mala bavê xwe derkeve derve hate kuştin. Birina birîndaran ji hêla ambûlansan ve hatiye qedexekirin. Li ser rê tenê endamên hêzên ewlekariyê yên tirk têne dîtin. Termê miriyan di cemedgehan de têne muhafezekirin, ji ber destûr ji bo definkirina wan naye dayin."

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo firotina sedî 10'ê La Lîgayê li hev kirin

ad

Ji cîhana fûtbolê çend nûçeyên derketin pêş

ad

Klîba Hefteyê: QAMIŞLO

ad

Di belgefîlmê BBC de Zerdeştî

ad

Gelo bi spanyolî diruşm avêtin çawa ye?

ad

Saeta ku 80 sal berê hatibû dizîn, bi paş ve dan xwediyê wê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname