Diyarname
Ji cîhana sporê çend nûçeyên derketine pêş em pêşkêşî we dikin:
Ersun Yanal çû Antalyayê
Li Tirkiyeyê destguharitan teknîk dîrektoran zû dest pê kir. Hê di hefteya 8'an de ye hin tîman teknîk dîrektor guhartin jî.
Antalyayê îro daxuyanî weşand û diyar kir ku wan ligel teknîk dîrektor Ersun Yanal li hev kiriye û dê 3,5 sal Yanal ji bo wan teknîk dîrektorî bike.
Teknîk Dîrektorê Antalya Sporê Tamer Tuna îstîfa kiribû. Yanal jî par ji teknîk dîrektoriya Fenerbahçeyê îstîfa kiribû û betal bû.
Yanal yek ji wan teknîk dîrektoran e ku li Tirkiyeyê bûye şampiyon (Bi FB'ê)
Avci çû Trabzonê
Teknîk Dîrektor Abdullah Avciyê ku par ji Beşîktaşê hatibû qewirandin niha ligel Trabzonê sporê li hev kir.
Aybaba çû Kayserî
Ji tîmên Lîga Super Kayserî Sporê jî teknîk dîrektor guhart. Seroka Kayseriyê Berna Gozbaşi li klûbê ligel teknîk dîrektor Samet Aybaba peyman îmze kir û tîm teslîmê wî kir.
Amed Spor nekarî ber xwe bide
Amed Spor duh li mala xwe li hemberî lîgerê komê Manîsa Sporê lîst. Di maça ku Amer Sporê baş ber xwe da de jî di encamê de bi 4-3 têk çû.
Dibe em Kûpaya 2026'an bigirin
Lîstikvanê Barselonayê yê ji DYA'yê Sergino Dest li ser tîma neteweyî ya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) axivî û got: "Em welî lîstikvanên fûtbolê dixwazin li ser navê welatê xwe bilîzin û serketinan bi dest bixin. Emê biceribînin û bi ser bikevin. Dibe ku Kûpaya Dinyayê ya 2026'an em bi dest bixin."
Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an li DYA, Kanada û Meksîkayê dê bê lîstin.
Kros: Em kûkla ne
Lîstikvanê alman ê Real Madrîdê Toni KRoos ji ber zêdebûna maçan berê rexneyan li UEFA û FIFA'yê da û got: "Li gor wan em lîstikvan wekî kûkla ne. Ger yekîtiya lîstikvanan heba ne me yê di Lîga Neteweyan ne jî di Kûpaya Super a Spanyayê de bilîsta."