Diyarname
Televîzyona BBC 2 li ser 80 baxeriyan belgefîlmek ji 8 beşan pêk tê amade dike ku têde olata Zerdeştî jî heye.
Televîzyona îngilîz BBC 2 bi navê "Bi 80 Olî Dewrîale" belgefîlmekî ku ji 8 beşan pêk tê amade dike. Belgefîlm ji aliyê keşeyê Angîlîkanê Peter Owen Jones ve tê amade kirin.
Owen Jones dê li dinyayê bigere, li ser olan lêkolîn bike, beşdarî rîtuelên van baweriyan bibe û di dawiyê de jî dê pêşkêşî temaşevanan bike.
Bernameya ku bi hevkariya Travel Channel û BBC Learning tê amade kirin her yek ji 60 deqîqeyî pêk tê.
Owen digel olên wekî misilmantî, xiristiyanî, mûsewîtî û bûdîzmî dê li ser ola zerdeştiyan jî bisekine.
Peter Owen Jones dê ji Rojhilata Dûr dest bi rêwîtiya xwe bike, dûre dê bi çe başûrê Asyayê, Afrîkayê, Rojhilata Navîn, Bakur û Başûr Amerîkayê, Hindistan û Ewropayê.