Diyarname
Li gor nûçeya rojnameya The New YortkTimesê çîroka meseleyê bi vî rengî ye: Li Rotterdama Hollandayê cihûyekî bi navê Alfred Overstrijd li ser çêkirina saetan perwerdehiyê dibîne. Ew di sala 1910’an de ji bo rojbûna 18 saliya birê xwe Louis saetek çêdike. Ev cihû li pişt saetê hem navê xwe, hem navê birê xwe dinivîse, pêre jî armanca diyariyê û dîroka çêkirina saetê dinivîse.
Lêkolînerekî hollandî Rob Snijders ku li ser dîroka cihûyan dixebite di encama lêkolîna xwe de gihîşt wê encamê ku leşkerekî nazî ev saeta Louis Overstrijd diziye. Overstrijd ligel birê xwe di sala 1942’yan de ji aliyhe naziyan ve hatibûn girtin, ew biribûn qampên naziyan û careke din xeber ji wan nehat girtin.
Piştî salan saet gihandin neviyê Overstrijd ê bi navê Richard van Ameijden. Li ser vê Ameijden gotiye ku nirxê manewî yê vê saetê gelek e û ew gelek kêfxweş e ku saet gihîştiye ber destên wê. Ameijden wisa gotiye, “Dema ez li vê saetê dinêrim ez diêşim ji ber ku niha jî şer heye. Ez bajarê Mariupol ku hatiye bombekirin, zarokên li stasyonê radizin û extiyarên wê derê xeyal dikim. Dema ez vê saetê dibînim her ew tên bîra min.*


