Diyarname
Serokê Metropol Araştirmayê Prof. Ozer Sencar got ku di hilbijartina bê de dibe ku HDP bibe partiya sêyemin.
Sencar di CNNTURK'ê de axivî û got ku AKP'ê şaşî kir û niha tenê HDP wekî partiya kurdan ma. Gere CHP bike ku vê bibîne û ew jî bibe parek partiya kurdan nexwe wisa bibe dê ji bo Tirkiyeyê nebaş be.
Sencar ku her di Metropol Araştirmayê de ew lêkolînan dikin, diyar kir ku li ber destê wan lêkolînek nû heye duşemê dê eşkere bikin. Dengên kurdan li dor sedî 17-18 hene, HDP hemûyan bigire dê ne baş be. Sancar hişyariyek ji bo MHP'ê şand û got bila hay ji xwe hebe dibe ku HDP bibe partiya sêyemin.
Niha li Meclisa Tirkiyeyê 4 partî hene; li gor dengên di hilbijartinê de girtine AKP, CHP, MHP û dûre HDP wekî partiya çaremîn cih digire. Lê di hilbijartina dawî de digel ku MHP'ê ji HDP'ê zêdetir deng girtin jî hejmara mebûsên herduyan yek e: 80 mebû.


