Diyarname
Li gelek bajaran komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê ji bo destûrê serî li rayedaran dan lê pirsgirêka 'W'ye dîsa derket.
Heta niha li gelek bajaran ji bo Newroz bê pîrozkirin komîteyên amadekar serî li rayedaran da. Lê ji van Walîtiya Osmaniyeyê xwest komîteya amadekar tîpên 'W' û 'O' ji metna serîlêdanê derxin.
Komîteya Amadekariya Newrozê bi armanca pîrozbahiyê di 22'yê adarê de serî li Walîtiya Osmaniyeyê da. Walîtiyê di bersiva xwe de xwest tîpên, 'W' û 'O' neyên bikar anîn û pîrozbahî di 21'ê adarê de bê pîrozkirin.
Walîtiyê xwest di serîlêdanê de 'Nevruz' bê bikaranîn.
Niha komîteya amadekar têkiliyên xwe bi walîtiyê didomîne.


