Agirî
Dîroka lidarxistina Festîvala Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî ku Şaredariya Bazîdê li dar dixe diyar bû.
Li gor agahiya ku îro hate pêşkêş kirin îsal festîval dê di navbera rojên 27-29'ê pûşperê de li dar bikeve. Ji bo festîvalê şaredarî niha sedî li dîtinên saziyên sivîl dide. Ji bo vê yekê Şaredara Bazîdê Mukaddes Kubilay bi beşdariya endamên saziyên sivîl civîneke li dar xist.
Hate diyar kirin ku di rojên pêş me de dê komîsyoneke ji bo li dar xistina festîvalê û amedekariyên wê bê avakirin.