Diyarname
Gerînendeyê Weşanê yê Agosê Hrant Dink di duyemîn salvegera mirina wî de hat bibîranîn.
Ji bo bîranîna Dink li ser gora wî ya li Zeytînburnuya Stenbolê bi beşdariya jina wî Rakel Dink, keçên wî Sera û Delal, kurê wî Ararat, birê wî Orhan Dink, rojnameger Ali Bayramoglu, Cengiz Çandar, Etyen Mahçupyan û gelek kesên din bîranîneke hate li dar xistin. Ayîna bîranînê ji alayê Keşeyê Dêra Gedikpaşa Ber Zevan ve hat bi rê ve birin. Zevan got: "Me ew du sal berê da rehmeta axê. Lê ew bi fikrên xwe dijî. Rewşa tevlihev a li dinyayê ji xirabiyên ku zêde dibin diqewime."
Piştî diayan Rakel Dink kulîlk danîn ser gora Hrant Dink û berkoleya wî mist da.
Her wiha li ber Galatasaya Stenbolê jî komek hat cem hev, xwe li ser erdê wekî miriyan dirêj kir, bi qasî pênc deqîqeyan wisa man û kuştina Dink şermezar kirin.


