Amed
Li nêzî Pira Deh Derî teqînek mezin çêbû. Li Qoserê jî li derdora nexweşxaneyê teqîn çêbû. Ajansa Anadolu (AA) her dû teqîn bi sernavê "Êrîşa terorê" nûçe weşand.
AMED
Li nêzî Pira Deh Derî ya Amedê teqînek bi şida mezin çêbû (Saet li dor 19.20'î). Li cihê bûyerê dûman rabûn.G elek ambûlans çûn cihê bûyerê. Tê gotin ji gelek cihên bajar dengê teqînê hatiye. Reutersê jî got ku 10 polîs birîndar bûne.
Nûçegîhana DHA'yê ji bo CNNTurkê got ku dema polîs derbas dibûn ji dûr ve bombe hatiye teqandin.
DHA dibêje 4 kesên sivîl di erebeyek de mirine... Her wiha DHA dibêje yek jê bi giranî 9 polîs birîndar bûne.
QOSER
Li Qoserê, li nêzî nexweşxaneyê teqînek mezin çêbû (Saet li dor 18.40'î). Li gor agahiyên pêşî gelek birîndar hene. Li Qoserê li ser rêya avahiyên TOKÎ ye ku lojmanên polîs, leşker û edliyeyê jî di nav van avahiyan de hene. Tê gotin ku yan erebe li ser rê hatiye teqandin, yan jî bombeyên xistine bin erdê teqandine. AA dibêje gelek polîs û sivîl birîndar bûne.
DÎHA dibêje herî hindik 50 birîndar hene, polîs û sivîlên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Dîsa DÎHA dibêje 4 kes mirine.
DHA dibêje polîsek miriye, du sivîl mirine.
...her ku agahiyên nû bên emê biweşînin...