Diyarname
Serokê avakar ê HezKurdê parêzer Suphi Ozgen dixwest ji bo kurdî meşeke sivîl bide dest pê kirin, lê walîtiyan destûr nedan.
Parêzer Suphi Ozgen pêşî di salvegera 100 saliya Peymana Lozanê de xwest ji Stenbolê heta Enqereyê ji bo kurdî bimeşe, lê Walîtiya Stenbolê destûr nedabû. Vê carê wî xwest di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de ji Stenbolê bimeşe, lê dîsa destûr nehat dayîn. Ozgen vê carê got "31'ê mehê ezê ji Kocaeliyê ber bi Enqereyê ve meşê bidim dest pê kirin" û ji bo vê yekê bi erebeya xwe çû Kocaelî, lê îro Walîtiya Kocaelî jî destûr neda.
Walîtiya Kocaelî biryar da ku ji 31'ê mehê heta 6'ê meha pêşiya me hemû çalakiyên li nav bajêr qedexe bêne qedexekirin. Bi vî awayî destûr nedan ku Ozgen bimeşe.
Parêzer Ozgen di pankarta amade kiribû de ev nivîsî, "Em dersa kurdî û fermîbûna kurdî dixwazin". Ozgen dixwaze bi meşeke bi vî rengî meseleya zimanê kurdî bikeve rojevê, lê her carê nahêlin ew bimeşe.