Bi beşdariya nivîskar Doçent Salih Akin dê paneleke li ser “Lêkolîn3en zimanasiya kurdî” li dar bikeve.
Panel 4’ê gulanê saet 17.00’an de wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar bikeve. Akin wê li ser lêkolînên zimanasiyê, dîsa plansaziya ziman a li diyasporayê wekî mînak Komîsyona Kurmancî û Gruba Xebatê Vateyî jî bikenibe.
Salih Akin kî ye?
Nivîskar û doçend Salih Akin di sala 1968’ê de li bajarê Hezoyê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya bilind li Beşa Ziman û Edebiyata Fransî li Universiteya Dîcleyê (Diyarbekir), ew di sala 1989’ê de çûye Fransayê. Di sala 1992 de wî mastira zimanasî qedand û teza xwe ya doktorayê di sala 1995’ê de li ser mijara Binavkirina gel, welat û zimanê kurdî di vegotina siyasî û zanistîya tirk de li Universîteya Rouenê parast. Akin di sala 1998’ê de ezmûna doçentiyê kar kir û li Universiteya Rouenê wekî doçent dest bi xebatê kir.
Îsal pirtûka wî ya bi navê “Lêkolînên zimanasiya kurdî” ji Weşanên Avesta derket.