Diyarname
Kovara Lemanê di hejmara xwe ya 26'ê vê mehê derxist de xêzek çêkiribû û di xêzê de wêneyên Hz. Mihemed û Hz. Mûsa xêzkiribû. Li ser vê yekê bi sedema "heqareta li nirxên olî" kiriye lêpirsîn der barê Lemanê de hat dest pê kirin.
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bi ser hesabê xwe yê tora civakî re daxuyaniyeke dirêj belav kir û got, "Em bêhurmetiya li hemberî baweriya me qet qebûl nakin. Tu azadî mafê nade kesî ku baweriya pîroz bike mijara mîzahê."
Hat gotin ku der barê 2 Gerînendeyên Weşanê yên Lemanê û Berpirsê Karên Nivîsaran jî di nav de, derbarê 4 kesan de biryara binçavkirinê hatiye girtin.
Li aliyê din Komeleya Akinciyên Rojhilata Mezin ku tê gotin nêzî ÎBDA-C ye bi ser hesabê xwe re peyam belav kiribû ku vê êvrê saet 22.00'an de li ber Lemanê bicivin. Vê êvarê li ber Lemanê komek civiyan û hinan êrîşê avahiya Lemanê kirin.


