Diyarname
Koma şaniyê ya Seyr-î Mesel lîstikek ji çîroka Hesenê Metê derxist ser dikê. Lîstik pêşî li Amedê tê lîstin.
Tiştek girîng e ku şanoya kurdî ji wêjeya kurdî sûde bigire û lîstikên şanoyê amade bike. Heta niha hin mînak derketibûn holê. Niha mînakek din li ser dikê ye. Koma şanoya Seyr-î Mesel ji çîroka "Epîlog" a Hesenê Metê lîstikek amade kir û bi ser navê "Êş-Epîlog" derxist ser dikê. Lîstikak ku derhêneriya wê Baran Demir kiriye sê kes têde dilîzin.
Epîlog bi qerfreşiya xwe ji berhemê dertê û tê lîstin. Lehengê Epîlogê “Darînê Daryo” bi êşa nivîskariyê dikeve û hewl dide xwe ku binîvise. Lê belê her tişt berevajî dibe, li ber xwe dide; a soxî bi ser nakeve û têk diçe.
Di destpêka lîstikê de “Sadûn” li penaberiyê dibe mêvanê birayê xwe û jê dixwaze ku “pirtûkên qelew” binivîse, da ku bi xwe re bibe welêt. Sadûn naxwaze destvala vegere. Li ber Darîn digere, hêviya malbat û eşîrê radigihînê û daxwaza pirtûkan jê dike. Darîn, hew dizane çi bike. Êdî neçar dimîne û dest davêje karê nivîsandinê. Ji bo nivîskarî û xwendina kurdî pêdivî bi çi hebe dixwaze pêk bîne… Darîn biryara xwe dide û êdî dev ji nivîskariyê berdide!
Darînê Daryo, di gotina xwe ya dawî de li hemberî malbat û miletê xwe stûxwar e! Pariyeke vê çîrokê parodiya nivîskarî û kêşeyên kurdî ye. Lehengê lîstikê di lêgerînek têkçûyî de îroniya xwendin û nivîsandina kurdî berbiçav dike. Xweziya Darîn di gotina dawî de wisa tê ziman: “Xwezî aniha ev gotinên min bihatina nivîsandin!”
Niha lîstik amade ye û di 19'ê adarê de wê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a li Kayapanar Amedê, di 20'ê mehê de jî wê li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bê lîstin.
Lîstika li ser êşa nivîskariyê. Ji ber vê yekê jî lîstikvanên Seyr-î Mesel bi taybetî dixwazin nivîskarên kurd jî di dema lîstinê amade bin û temaşe bikin.
Kunye
Nav: ÊŞ-EPÎLOG
Derhêner: Baran Demir
Çîrok: Hesenê Metê
Dramaturg: Çetoyê Zêdo
Muzîk: Murat Ozturk
Lîstikvan: Deniz Sal, Baran Demir, Aysu Çogur
Ronahî: Îbrahîm Turgay
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.