logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e
  2. Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê
  3. Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn
  4. 5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye
  5. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
news-details

Di doza zarokan de Tirkiye mehkûm bû

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser bûyera di sala 2005'an li gundê Avgamasya ya Şirnexê ya ku leşkeran 3 zar

  • Dîrok: 03/07/2013
  • Beş: Nûçe

AMED 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser bûyera di sala 2005'an li gundê Avgamasya ya Şirnexê ya ku leşkeran 3 zarok 5 kesên bêçek û sivîl kuştin, biryar da. 

DMME'yê bi hinceta Tirkiyeyê "mafê jiyanê binpê kiriye" 330 hezar û 930 Euro cezayê pere da. Heyeta dadgehê bi hevdengî biryar da û Dadgera Tirk Işil Karakaş jî îmze avêt binê biryarê. Parêzera dosyayê Reyhan Yalçindag diyar kir ku biryar xwedî girîngiyeke mezin e û got: "DMME'yê bi vê biryarê ji Tirkiyeyê re got, mafê jiyanê binpê kiriye. Zarokên ku Tirkiyeyê ji wan re got 'terorîst' ji aliyê DMME'yê ve kesên sivîl û bêçek hatin şênberkirin."

Li gundê Avgamasya ya bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê di 19'ê rêbendan 2005'an de 5 ciwan (ji wan 3 kes temenê wan di bin 18 saliyê de) ji aliyê leşkeran ve bi komî hatin kuştin. Ciwanên tê gotin ji bajarên Tirkiyeyên cuda hatin û dixwazin bi PKK'ê re têkiliyê pêk bîbînin ên bi navê Sîbel Sartik (23), Nergîz Ozer (15), Hamdullah Çinar (21), Zerga Esen (16) û Zuhal Esen (13), rayedarên dewletê gotin di pevçûnê de 5 "endamên rêxistinê" hatin kuştin. Lê piştî bûyerê ÎHD'ê li heremê lêkolîn kir û derket holê ku înfazek komî hate kirin û kesên hatin kuştin sivîl û bêçekbûn. Ji ber ku rêyên hiqûqî yên hindurîn li dosyayê hatibûn girtin ÎHD'ê bi daxwaza darizandinê, doz bir ber destê DMME'yê.

DADGERA JI TIRKIYÊ JÎ BIRYAR MOR KIR

DMME'yê têkildarî dozê duh biryara xwe eşkera kir û Tirkiye ji herî yekî re 64 hezar Euro û lêçûnên dadgehê jî di nav de 330 hezar û 930 Euro cezayê pere birî. Di biryara bi hevdengî hate girtin de dadgera Tirkiyeyî Işil Karakaş jî îmze avêtin binê biryarê. Di biryara heyeta dadgeha bi serokatiya Guîdo Raîmondî de 5 kes bi awayekî bêdadî hatin înfazkirin û bûyer ji aliyê dozgeriyê ve bi lêpirsînekî bihêz nehate lêkolînkirin, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ya ser nava "Mafê Jiyanê", "Mafê hemû kesî di bin parastina zagonê de ye.

Di biryara DMME'yê de hate diyarkirin ku 5 kesên hatine kuştin bêçek bûn û ti delîlên 5 ciwanan gulebarandin kirine, tineye. Dadgehê da zanîn ku piştî bûyerêi delîlên li cihê bûyerê ji aliyê tîma operasyonê ve hatine komkirin û dozger bi ti awayî neçûye cihê bûyerê, weke hikûmeta Tirk îdîa kir ku ti pevçûn nehatiye jiyîn û di bûyerê de ti leşker birîndar jî nebûye. Di biryarê de hate gotin ku dozgeriyê ji ber destên kesên hatin kuştin şilbûn şopa tîliyan negirt û ev yek di lêpirsînê de kêmasiyekî gelek cidiye û ti nîşaneyên 5 kesên hatin kuştin endamên rêxistinê ne tinene. Dadgehê got ku operasyona pêk hat jî dijzagoniye û hikûmet ji jiyana zarokan berpirsiyare û hêza hate bikaranîn ji pêwistiyê gelekî zêde ye. Heyeta dadgehê anî ziman ku hikûmeta Tirkî got 5 kesên navên wan derbas dibin endamên rêxistinê ne, lê dadgeh û dozgerî çawa gihiştin vê yekê fêm nakin. Di biryarê de hate diyarkirin ku hikûmetê ti bersiva pirsên parêzerên serlêdan kirin ên têkildarî roja bûyerê de nedan û îfadeyên leşkerên tevlî operasyonê bûn 13 mehan nehatin girtin û dema îfadeyên wan hatin girtin jî weke hemû ji yek dev hatin girtin hatin dayîn. Dozgeriyê ji ber van binpêkirinan ji bo her serdanekê 65 hezar Euro û ji bo lêçûnên mehkemeyê jî 5 hezar û 930 Euro cezayê pere dabû Tirkiyeyê. 

'ÇEK DANÎN LI GEL WAN Û TERORÎST ÎLAN KIRIN'

Parêzer Reyhan Yalçindag ku wê demê Cîgira Serokê Giştî ya ÎHD'ê bû û dosyayê dişopîne diyar kir ku di demên dawî de ev biryareke herî girîng a DMME'yê ye û bi vê biryarê ve jî derketiye holê ku dewletê 5 kesên bêçek û bêguneh kuştiye. Yalçindag bi bîrxist ku di erefeya cejna Qurbanê de 3 jê zarok bi giştî 5 sivîl ji aliyê Tîmên Taybet ve hatibûn qetilkirin û wiha got: "Wê demê jî li gorî belgeyên me bi destxistin û agahiyên ku şahidên bûyerê dabûn ev zarok sivîl û bêçek bûn. Lê çek danîn ligel wan û ew wekî 'terorîst' îlan kirin. Digotin ku ketine pevçûnê. Lê dema me dosyayê nihêrî dozger şopa tiliya negirtibû. Gel şopa tiliya yekî jî bihata girtin dê bihata dîtin ku ev kes bê çek û sivîl bûn û dê li xwe mikur bihatan ku ew kes hatine înfazkirin."

Yalçindag anî ziman ku wekî ÎHD lêkolînkirine û gihiştine vê encamê ku ev kes sivîl bûn û wiha got: "Dozgeriyê destura lêpirsînê neda. Hemû serlêdanên me bêencam man. Wekî dosyaya Ugur Kaymaz û gelek dosyayên din ev dosya jî hat bincilkirin û kujer nehatin cezakirin. Der barê kesên ku ev qetlîam pêk anîn doz nehat vekirin. Me jî doz bire DMME'yê."

Yalçindag destnîşan kir ku mebesta wan ew e bûyerê ronî bikin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku ev jî perçeyeke bûyerên sûcê mirovahiyê ku di vê erdnîgariyê de pêk hatiye ye. Divê ev bên qeydkirin. Li vir dîrokeke mezin derdikeve holê. Ev doz tenê nayê wateya mehkumkirina Tirkiyeyê an jî tazmînat girtina malbatan. Ya girîng ew e ku trajediya li vir hatiye jiyîn, êşên ku ji vî gelî dane jiyîn derketin holê. Li vir zarokên biçûk tên kuştin. Li vî welatî tu bûyereke kiryar ne diyar de tu faîl ceza negirt. Li Tirkiyeyê tu dozek bi edaletê encam nebû. Li welatê serokwezîrê ku dibêje 'welatê hiqûqê' tu biryareke adil nehat girtin. Di encama têkoşîna 8 salan de DMME'yê biryar da."

Reyhan Yalçindag li Licê qetilkirina Medenî Yildirim bibîrxist û wiha got: "Li vî welatî qetilkirina ciwan, jin û zarokekî kurd tiştekî pir asayî tê dîtin. Herî dawî li Licê mînaka vê yekê hat jiyîn. Mixabin di hemû dosyayan de kujer nayên cezakirin. Li şûna bên cezakirin rûtbeyên wan bilind dibin. Divê li vê erdnîgariyê heqîqet derkevin holê."

BERÎ 8 SALAN LI ŞIRNEXÊ ÇI BÛBÛ?

Di 19'ê çileya 2005'an de li gundê Avgamasyaya bajaroka Dêrgula Şirnexê operasyonek pêk hatibû. Operasyon di erefeya cejna Qurbanê de saet 18:00'an de hatibû destpêkirin, tîmên taybet jî tevli operasyonê bûbûn. Piştî operasyonê rayedarên dewletê ragihandibûn ku 5 mîlîtanên PKK'ê bi tevî çekên xwe hatine kuştin. Lê piştî demekî derket holê ku bûyer wekî walî û leşkerî radigihînin nîne. Li gorî agahiyên gundiyan dane ev 5 kes gerîlayên PKK'ê nîn in û kesên dixwazin bi rêxistinê re têkiliyê deynin in û kesên bêçek û sivîl in. Piştre derket holê ku ji wan 5 kesan, 3 jê zarok in. Navê wan kesan wiha ne; Sîbel Sartik (23), Nergîz Ozer (15), Hamdullah Çinar (21), Zerga Esen (16) Zuhal Esen (13). Hatibû gotin ku 5 kes beriya ku bên înfazkirin, hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine. Piştî vê bûyerê li gelek bajarên herêmê cejn nehat pîrozkirin. Cenazeyên 5 ciwan û zarokên kurd bi awayekî dijmirovî li cihê bûyerê anîbûn. Cenazeyên Sîbel Sartik û Nergîz Ozer nedabûn malbatan û bêyî ku vecîbeyên olî bên cih cenaze li Dihê hatibûn veşartin. Piştî bûyerê ÎHD'ê heyete avakir û li herêma bûyerê dest bi lêkolînan kir û encamên hatin bi destxistin ji raya giştî re parve kir. Di rapora ÎHD'ê de hat gotin ku Dozgerê Komarê ya Şirnexê pêwîstî nabîne biçe cihê bûyerê û lêkolînê bike. Ji ber ku bûyer berfirehî nehat lêpirsîn ÎHD'ê doz bire DMME'yê.


Parve Bike

Youtube Me

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

news
  • 17 10 2026

'Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê' hat ragihandin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Berhemên Dogan derketin pêş hunerhezan

ad

Ji îro çend nûçeyên derketine pêş

ad

Diya nivîskar Mîr Qasimlo wefat kir

ad

2022: Yên ku xatir xwestine

ad

CNN'a kurdan 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

ad

“Hevalê Çak” hat weşandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

  • 20 10 2026
news

Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê

  • 20 10 2026
news

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

  • 20 10 2026
news

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

  • 20 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname