Enqere
Mebûsên HDP'ê yên Amedê Sibel Yigitalp, Îmam Taşçier, Edib Berk û Ziya Pir li meclisê civîna zapemeniyê li dar xistin. Liser navê wan Sibel Yigitalp axivî û got ku bendav û santralên li ser dereyan têne çêkirin pêşî li mafê bikaranîna avê digirin û zirarê didin mirovan.
Yigitalp got ku hemû projeyên HES'ê divê gavek zûtir bêne rawestandin û zerara ku ji ber van projeyan li derdorê hatiye kirin divê bê telafîkirin.
Mebûsa HDP'ê Yigitalp got ku tê gotin "Bendava Farqînê dema temam bibe wê 318 hezar kes bibe xwedî kar" lê ev gotin ne rast e û wisa dom kir: "Bi projeya bendavê re wekî tê îdîakirin dê bereketa Dîcleyê ber bi Farqînê ve neherike, berevajî wê dê Farqînê noqav bike, ji 52 gundên girêdayî Pasûrê 19 jê dê noqavbibin, gund bêne valakirin, nebatên endemîk ên herêmê û giyanewer dê di bin avê de bimînin."
Yigitalp got ku ji bo gaza zinarîn bê derxistin pêdivî bi avê heye û ji bo vê yekê bendavê çêkidin. Yigitalp wisa dom kir: "Hemû bendav û santralên termîk zirarê didin debara ku bi çandinî, sewalvanî tê kirin û ev yek barek giran dedixe holê. Her wiha ji ber ku bandora wê ya neyînî li ser germbûna global jî heye santralên termîk û HES mirovan û xwezayê têk dibin."


