Diyarname
Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy bi îdîaya di hilbijartina serokomarî ya di sala 2007'an de ji Lîbyayê bi awayê nelirê alîkariya madî girtiye girtin bin çavan.
Li gor nûçeya di Le Monde de polîsên Ofîsa Têkoşîna Dijî Nelirêtî vê sibê Sarkozy li Nanterre ya Parîsê girtine bin çavan. Tê îdîakirin ku Sarkozy kampanyaya xwe ya serokomariyê bi pereyên ku ji rêberê berê yê Lîbyayê Muammer Qedafî girtine bi rê ve biribû.
Di sala 2016'an de karsaz Zîad Takîeddîn gotibû ku wî di dawiya sala 2006'an de ji Lîbyayê 5 mîlyon euro ji bo Sarkozy aniye. Dîrektorê berê yê îstîxbariya leşkerî yê Lîbyayê Abdullah Senussî jî li Lîbyayê di sala 2012'an de îfadeyeke wekî vê dabû.