Diyarname
Li Tirkiyeyê 900 hezar kes li ser nasnameya wan nimreya KT (Komara Tirkiyeyê) nîn e. Yên ku li ser nasnameya wan ev nimre nîn e nikarin di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin. Ji bo hilbijartinê jî 6 meh mane. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji walîtiyên bajaran re fermanameyeke şand, xwest walîtî van kesan diyar bikin û wan hişyar bikin.
Berî referandûma 2010'an dîsa ev nimre nîn bû, li gelek navçeyan erebeyên seyar ji bo nûkirina nasnameyan saz kirin û li kolanan nasnameyên hemwelatiyan ku li ser nimreya wan a hemwelatiyê hebe nû kirin. Bi vê rêyê 700 hezar kesî nasnameyên xwe nû kirin û dengên xwe dan
Her ku dema hilbijartinê nêz dibe rewşa bikaranîna dengên xwe yên di hilbijartinê de zêdetir dikeve rojevê. Ji niha de kesên hilbijêr divê tevdîra xwe bigirin.