Necîbe Qederaxî
Kêşmekêşa siyasî ya 24 salan piştî serhildana salên 90'î li başûrê Kurdistanê di navbera YNK û PDK'ê de, di sala 2005'an de bi avabûna mixalefeteke civakî û piştî wê jî bi gewdebûna mixalefeteke desthilatxwaz a siyasî hem di komên îslamî û hem jî tevgera Goran û çend partiyên din ên siyasî de gav avêt qonaxeke nû. Lê tu carê ev mixalefet li ser binegeha daxwazên girseyê xwe bi rêxistin nekir, gel mîna pêlikan bikar anî û guhartinên herî piçûk jî di sîstema rêveberiya başûrê Kurdistanê de nekir.
Lê piştî 24 salan tabloya siyasî ya başûrê Kurdistanê li ser dûryaneke dîrokî ye; ew ê yan bibe sîstemeke serokayetiyê ya dîkatorî yan jî bibe sîstemeke demokratîk a Parlemanteriyê, di vê kêşmekêşê de ji ber danûstandina li ser hin nirxên madî mîna kursî û derfetên aborî, tu tiştî di tabloya siyasî ya başûrê Kurdistanê de naguherîne. Danûstandin di nava partiyên desthilatdar de jî tenê di nava komêkê de ma û daneket nava hemû organên wan ên rêxistinî, ji bo ku karbin tevlî vê nîqaşê û danûstandinê bibin, eger hemû jî nebe beşek ji civakê dikarîbû tevlî mekanîzmaya guhertinê were kirin. Ev koma nava partiyan bi taybetî jî PDK, YNK û Goran heta astekê bi piranî çavkaniya petrol, hatinan û çavkaniyên aborî û çapemeniyê kirine yekdest û yên derveyî wan jî tevî ku nerazîbûna wan ne kêm e jî ne bi rêxistin in.
Niha jî hemû nîqaş li ser kursiya serokê herêmê xetimandine tevî ku ev pirsgirêk yek ji encamên wê zihniyetê ye ku bi salan e başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe; ji wê wêdetir pirsgirêkên rojane û li ser hev kombûyî ew qasî zêde bûne ku êdî hatine ber teqînê.
Her roj kûrbûna kirîzên navbera Hewlêr û Bexdayê, tunebûna elektrîk, av, benzîn, xizmeta tendrustî û perwerdeyê, zêdebûna şîdeta li dijî jinan û êrîşên DAIŞ'ê û ziyan êdî gihîştine asta alarma sor. Wekî ku ev ne bes be van rojên dawî bi zanebûn carekî din pêlên koçberiyeke nû ya mîna salên 90´î dibînin ji Başûr dest pê kiriye, destpêkê êzdî hatin koçberkirin û ne tenê bi wan re sînordar ma, pêleke pir berfireh a koçberbûna ciwanan destpê kiriye.
Rojane bi sedan ciwan bi rêya torên bazirganên mirovan di ser rêyên Tirkiyeyê re berê xwe didin derveyî welêt. Ev hemû jî berhem û encamên sîstema xitimandî ya başûrê Kurdistanê ye ku ji alî van partiyan ve tê birêvebirin, her yek jî li ser avakirina hegemoniya xwe kar dike û hewildana lawazkirina yên din dike bêyî ku li berjwendiya gel bifikirin.
PDK wer bawer dike ku bi israrkirina li ser sîstema serokayetî û careke din hilbijartina Mesûd Barzanî wekî Serokê Herêmê dikare plana xwe bi ser bixe, yên dijberê vê planê jî wer bawer dikin ku bi têkbirina vê planê ew ê bi serkevin, lê dema PDK bi hinan ji wan partiyên dijberê sîstema serokayetiyê re bazarê dike, bi taybet a danûstandinên dawî bi Yekgirtûya Îslamî re, ava berjewendiyên aborî diherikîne devê wan, dibe ku dema pêş ji YNK jî heman encam derkeve, lê ev hîna jî ne diyar e. Ji ber ku ev partî ji perspektîfa desthilatdariyê li her tiştî dinêrin û hewl didin hêzê li navendekê kom bikin, nikarin ji vê kirîzê derkevin û her diçe jî ji civakê dûr dikevin.
Niha gotineke pir tê bihîstin li başûrê Kurdistanê ew e ku dibêje: "kî bi PDK'ê re li ser hesabê civakê li hev bike, wê bi xwe têk biçe" û mînaka YNK'ê didin ku bi dirêjkirina dema Serokayetiya M. Barzanî di 30'ê Hezîrana sala 2013'yan de ji bo 2 salan, YNK'ê bi xwe bi kirîza têkçûna li hilbijartinên bihurî re rû bi rû ma. Niha jî heman çarenûs di nava hin partiyan de dibe ku dubare bibe. Tekane rê heye ku niha di bin navê lihevkirinê de dikare xwe û civakê ji kirîzê rizgar bikin, pêkanîna sîstemeke demokratîk e ku li ser bingeha berjewendiya civakê be, neke berjewendiya aboriya Partiyan siyasî be.
Dema ez vê gotarê dinivîsim Kerkûk bi êrîşeke mezin a DAIŞ'ê re rû bi rû ma, lê gerîla di kêleka pêşmergeyan de çeperên berxwedanê bihêz kirin û parastin, lê Berpirsyarê Navenda Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêjê, "divê PKK Qendîl û Şengalê vala bike". Ev zihniyeta herêmî û teng, çavkaniya piranî pirsgirêkên başûrê Kurdistanê ye.
Kêşmekêşên başûrê Kurdistanê ne tenê siyasî û aborî ne, lê kêşmekêşa van partîyên siyasî bi civakê re û tevahî jî kêşmekêşeke îdeolojîk e, yek ji van ciwanên ku derketiye derveyî welêt dibêjê, "min di dema Hilbijartina 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyê desteka manewî da HDP'ê, çima partiyên Başûr fam nakin ku gel ji başûrê Kurdistanê destekê dide HDP'ê? Divê êdî partiyên me yên Başûr fêm bikin ku meseleya me demokrasî ye, ne tenê pirsgirêkeke neteweyî ye". Gotinên vê ciwanê û bi sedan ciwanên mîna wî dibe ku rewş û pirsgirêka li Başûrê baş rave bike.
necibeqeredaxi@gmail.com
07.07.2015, Yeni Ozgur Polîtîka