Diyarname
Dozger ji ber kurdiya Ahmet Turk a di meclisê de xwest Turk bê cezakirin.
Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk di roja 24'ê reşemiya 2009'an, di Civîna Koma DTP'ê ya di Meclisê de bi kurdî axivî bû. Niha Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber vê axaftinê dixwaze Ahmet Turk bê cezakirin.
Dozger li ser axaftina Turk got du Turk li gor Xala 81'ê ya Zagona Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820'an tevnegeriya ye û xwest ji ber vê xalê ew bê cezakirin.
Xala navborî dibêje ku Partiyên Siyasî nikare îdîa bike ku li Komara Tirkiyeyê kêmneteweyên ji aliyê neteweyî an olî, yan çandî û mezhebî ve cuda hene. Partiya siyasî rnikare ji bilî zimanê tirkî û çanda tirkî zimanek, çandek din pêş bixe, li Komara Tirkiyeyê kêmneteweyek ava bike û yekîtiya gel xira bike.
Her wiha zagon dibêjin ku partiyên siyasî di rêzikname, bername, di kongre û civînên xwe nikare ji bilî zimanê tirkî zimanekî din bikar bîne, lewhe, parkart, plak û dîmenên bi zimanên din bikar bîne.
Di îdîanameya ku hate amadekirin de tê xwestin ku Turk bê cezakirin. Îdîanameya ku pêşkêşî 3'yemîn Dadgeha Cezaya Asliye hate kirin, hate qeb^lukirin. Di rojên pêş me de wê Turk derkeve pêşberî dadger.


