Amed
Bernameya bi armanca bîranîna dengbêja nemir Eyşe Şan ku wekî berxwedêrek civakî tê zanîn, îro bi pêşengeha wêneyan dest pê kir.
Berdevka Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Sêvê Demîr diyar kir ku Eyşe Şan di dilê wê de dijî û Şan xwedî nasnameyek jinê ya berxwedêr e.
DOKH'ê di çarçoveya qampanyaya, "Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" de bi organîzasyona Navenda Çandên Mezopotamyayê (NÇM) bi armanca bîranîna hunermenda kurd Eyşe Şan li Salona Pêşengehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pêşengeha wêneyên Eyşe Şanê vekir. Wêneyên Eyşe Şanê ji aliyê Kakşar Oremar ve hatiye amadekirin û wêne bi navê "QEDER'a Eyşana Elî" hate vekirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredara Bismilê Şukran Aydin, Dengbêj Gazîn, kurê Eyşe Şanê Murat Kerse û endamên DOKH'ê beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Piştî vekirina pêşengehê peyama Kakşar Oramar hate xwendin.
'Dayika min li ser Amedê helbest nivîsand'
Di peyama Oremar de hate diyarkirin ku Şan ji bo çanda kurdan kedek mezin daye û ev tişt hatin gotin: "Wekî dengbêjek kurd li hemberî pergalê heta dawiyê têkoşiya."
Kurê Eyşe Şanê, Murat Kerse jî axaftinek kurt kir û wiha got: "Dayika min ji welat û zimanê xwe hez dikir. Ez spasiya hemû kesên keda wan di vê pêşengehê de heye, dikim. Niha dayika min tê jiyandin. Ev rûmetek e. Dayika min jinek fedakar bû û Amed jî bajarek wiha ye. Ji ber vê yekê vekirina pêşengehê ya li Amedê pir girîng e. Diya min jî ji Amedê pir hez dikir. Heta berê bimire li ser Amedê helbest nivîsandibû."
Eyşe Şan jinek berxwedêr bû
Berdevka DOKH'ê Sêvê Demîr jî anî ziman ku Şan qralîçeyek 'Bêtext û tac bûye'.
Demîr got ku Eyşe Şan di dîroka dengbêjiya kurd de yekem jin bûye û wiha berdewam kir: "Xebata hatiye kirin pir pîroz e. Şan wekî jinek kurd her tim li hemberî feodalîzmê sekinî. Ji bo azadiya civak û jinê li berxwe da. Kesayetek têkoşerî hebû. Ew di dilê me de ye. Bi kirinên xwe her tim bûye mînak. Şan jinek berxwedêr bû."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
Têbiniya Diyarnayê: Îro salvegera mirina Eyşe Şanê ye. Em jî wê bi hurmet bibîr tînin.
Nûçeyên ku ji ajansekê hatibin girtin ji bilî destûra fermî ya wê ajansê bikaranîna wan li weşaneke din qedexe ye.