Diyarname
Ji ber axaftina wî ya di dema hilbijartinê de Dadgeha Sulh Cezayê 117 YTL ceza da Îbrahîm Tatlises.
4'emîn Sulh Ceza ya Bakirkoya Stenbolê ji ber ku li gor qanûna hilbijartinê tevnegeriyaye doz li hemberî Îbrahîm Tatliles vekir. Tatlises ku di hilbijartina 22'yê tîrmeha 2007'an de ji Genç Parti li Stenbolê berendamê mebûsiyê bû li Esenlera Stenbolê bi gel re sohbet kiribû ku ev sohbet ne di dema propagandaya ji bo hilbijartinê de bû. Dadgehê li ser vê yekê doz vekir. Tatlises di dadgehê de got ku wî propaganda nekiriye, ji ber ku navdar e gel ketiye pêşiya wî, wî jî silav li wan kiriye. Lê dadgehê ev parastin qebûl nekir û 117 YTL pereyê îdarî li Tatlises birî. Di 4'ê reşemiya 2008'an de doz li Tatlises hatibû vekirin û dozger dixwest ku ji 3 mehan heta 6 mehan cezaya girtinê li Tatlises bê birîn.