Diyarname
Navenda Çanda Med a Baselê di meha sermawez û berfanbarê de çalakiyên çandî pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de dê Rojên Fîlmên Kurdî ya Baselê li dar bikeve.
Navenda Çanda Med a Baselê di meha sermawezê de dîwana dengbêjan lidar xist. Di meha berfanbarê de jî fîlmên kurdî dê pêşkêş bike. Li gor bernameya Rojên Fîlmên Kurdî ya Baselê dê rojên 3 û 4’ê berfanbarê bêne pêşkêş kirin.
Di nav bernameyê de ev fîlm hene:
- Navnîşan / derhêner Aram Dildar
- Resistance is Life (Berxwedan Jîyane) / derhêner Apo W. Bazîdî
- Dûr e / derhêner Leyla Toprak
- Dayîka Berfo / derhêner Veysî Altay
- Bêdeng / L. Rêzan Yeşîlbaş
- Zindan An jî Sirgûn / derhêner Şerif Çiçek