Diyarname
Kontrolbank yek ji bankeya ku piştgiriya aborî dide çêkirina bendava Ilisû. Hawirparêzan ev banke dagir kir.
Li Viyanaya Avusturyayê Kontrolbank piştgiriya aborî dide Projeya Bendava Ilisû ku ev proje dê Heskîfê têk bibe. Ji bo dev ji vê piştgiriyê berde duh komek hawirparêzan duh avahiya Kontrolbankê dagir kir. Serê sibê saet 09'an de komek ji 50 kesî pêkhatî avahî dagir kirin. Di nav komê de endamên Greenpeace û kurd jî hebûn. Pêşengiya komê Serokê Eca-Watch Ulrich Eichelmann kir. Eichelmann dûre bi serokê Kontrolbankê Rudolf Scholten hevdîtineke kir û xwest ku dest ji piştgiriya projeyê bikişînin.


