Samî Tan
Hin kes di dema xwe de nayên fehmkirin, jixwe ew jî xebata xwe ji bo siberojê dikin; bi hêviya ku dê nifşên bên armanca daxwaza wan fehm bikin. Dema ku nemir Ehmedê Xanî berî 300 salî
“Safî şemirand vexwarî durdî
Manendê durrê lîsanê kurdî
Anî nîzam û întizamê
Cefa kêşa ji bo yê amê” got, dizanibû ku gelek zana û alimên wê demê jî di nav de, kes tu wateyê nade van kirin û gotinên wî, lê wî dîsan jî wî “Ne ji bo sahibrewacan belkî ji bo biçûkêd kurmancan” ev berhemên xwe nivîsandin. Wî bi vê xebata xwe bi bîr û baweriya ku “her kes mîmarê dîwarê xwe ye” yek bi yek kevirên şehkirî danîn ser qesr û qonaxa kavilkirî ya hizir û ramana kurdîniyê.
Bîr û raman jî wekî pêdiviyên daringî ne, kê pêdiviya xwe bi çi hebe, li wî tiştî digere û di encamê de jî fikir û ramanên ku di bin toz û xubara bi sedan salan de mane, piştî sed salan ji nû ve ronahiyê dibînin. Gelê kurd jî kengê serê xwe ji xewa giran rakir, bi pey mafên xwe yên rewa ket, hingî kesên mîna Ehmedê Xanî hatin bîra wî. Têkoşer û rewşenbîrên kurd li berhemên Ehmedê Xanî vegeriyan û dur û le’leyên di berhemên wî de li ber çavan raxistin.
Li hemberî vê yekê hinek kes mîna şevşevokên ku tav li nav çavên wan dide zivêr bûn. Hinekan got, “Ne pêkan e ku kurdek berî ewrûpiyan, berî serdema ronakbûna li Ewrûpayê rabe qala mijara neteweyî bike.” Heta hinekan ji wan angaşt ku ew gotin ji hêla neteweperwerên kurd ve li berhema Mem û Zînê hatine zêdekirin. Lê belê hewldanên wan pûç û vala bûn, lewre destxeteke ku piştî koça dawîn a Xanî bi çend salan hatiye nivîsandin, derkete holê û di wê destxetê de jî heman fikir û raman hebûn.
Îcar nivîskarê vê berhemê H. Mem berî gelek kesan dest avêt mijara ronîkirin û ramanên zêrîn ên Ehmedê Xanî. Ew bi vê yekê jî nema bi kûrahî xwe berda nav zeryaya bîr û ramanên Xanî û gelek aliyên ku di berhemên wî de di tariyê de mabûn dan ber tîşkên ronahiyê. H. Mem bi salan e, li ser Ehmedê Xanî lêkolînê dike û berheman dinivîse. Ev berhema li ber destê we, wergera pirtûka wî ya bi navê “Xani ve Memzaları” ye.
H. Mem her çiqas bi lorîk û çîrokên kurdî mezin bûbe jî, ji ber ku bi tirkî perwerde bûye, berhemên xwe bi tirkî nivîsandine. Ev yek jî pirî caran bûye mijara nîqaş û rexneyan, lê ew tu caran bi van rexneyan dilgiran nebûye, her tim wate û girîngî daye vê helwestê û ji ber vê yekê jî xwestiye ku xebatên wî di zûtirîn demê de li kurdî werin wergerandin. Ev berhema wî jî ji hêla heja Zana Farqînî ve li kurmancî hatiye wergerandin.
Di vê xebatê de hinek aliyên Xanî ku berê nedihatin zanîn li ber çavan hatine raxistin. Bo nimûne berê gelek kesan wisan bawer dikir ku Ehmedê Xanî tu car nezewiciye, lê belê birêz H. Mem di vê berhema xwe de bi hinek delîl û palpiştan diyar dike ku ew zewiciye, lê hevjîna wî wefat kiriye.
Di vê xebatê de babet û têgiheke nû jî têgiha “memza” ye, ji vê têgihê mebest û armanca H. Mem ew kes in ku îro li ser şopa hizir û ramanên Ehmedê Xanî dimeşin û wekî wî doza azadiya gelê kurd dikin. Di xebatên H. Mem de, bi tenê bîr û raman bi awayekî rijî nayên pêşkêşkirin, hevîrê bîr û ramanan bi ava hest û dilînan, hin caran bi hêstir û rondikan tê strandin. Dibe ku ji bal hinekan ve wekî kêmasiyekê xuya bike, lê belê Ehmedê Xanî bi xwe bîr û ramanên xwe ne di forma berhemeke felsefî de, belkî di forma mesnewiyeke evînî de pêşkêş kiriye.
Birêz H. Mem û nifşê wî di bin mercên giran de, bi derfetên kêm xebatên xwe kirine, deriyê zanîngehan li kurdan hatibû girtin, derfet tune bûn ku kurd xwe bi zimanê xwe perwerde bikin û xebatên xwe jî li gorî pîvanên akademîk pêk bînin. Her wekî Ehmedê Xanî gotî, lêkolînerên kurd jî bi piranî bi kurdî “ne perwerî, xudriste ne.” Ligel vê yekê jî wan ji me re berhemên hêja hiştin, loma jî em spasdarê wan in. Daxwaz û hêviya me ev e ku ciwanên kurd anku Memza berhemên nû û nûjen li ser Ehmedê Xanî binivîsin û vê kelepora dapîr û kalan ji hinek kurtêlxuran re nehêlin.
Bi vê bîr û baweriyê ji bo çapkirina vê berhemê em kêfxweşî û serfiraziyan xwe diyar dikin û ji birêz H. Memî re temenî dirêj dixwazin, ji heja Zana Faqînî re jî ji bo vê keda wî dibêjin bila destên te ter û şîn bin.
7/16/2014, ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye girtin