logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

KNK: Bila Adem Uzun bê berdan

Polîsên Fransayê bêyî sedemeke nîşan bidin Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Uzun girtin. KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî w

  • Dîrok: 10/10/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Polîsên Fransayê bêyî sedemeke nîşan bidin Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Uzun girtin. KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest Uzun cih de bê berdan.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya ku ji bo Adem Uzun weşand de wisa got: "Adem Uzun wekî endamê Konseya Rêvebir ji ber karûbarên dîplomatîk û amadekariya Konferansa 13'ê mehê [13 Çirîya Pêşîn-October-2012] ya li ser rojavaya Kurdistanê çûbû Parisê ku konferans dê li saloneke Parlementa Fransayê li Parîsê çêbe. Dewleta Tirk di her keysî da daxwazê ji dewletên Yekîtiya Ewropayê dike ku xebata polîtîkerên kurd asteng bikin. Herî dawiyê Serokwezîr Erdogan Almanya û Fransa bi nav kirin û got ku ev dewlet hevkariya Tirkîyeyê nakin ku xebata kurdan li saheya Ewropayê bloke bikin. Fransayê bi girtina Adem Uzun adeta dîrektîfa Erdoganî înaye cih ku ev dê zerarê bigihîne sîstemê demokratîk yê Fransayê. Dozgerê ku Adem Uzun daye girtin Thierry Fragnoli meşhûr e bi girtina polîtîkerên kurd û piştî girtina Adem Uzun jî got ku ew tênagihin bo çi Tirkiye ji wan nerazî ye. Dozgerî bi zelalî got ku gotinên Erdoganî yên ku goya Fransa hevkariya wan nake ne rast in û wan bi girtina polîtîkerê kurd Adem Uzun nîşan daye ku ew hevkarê dewleta Tirkîyeyê ne. Ev axaftina bêtalih ya dozgerê Fransî Thierry Fragnoli nîşan dide ku wan bi hevkariya dewleta Tirk ev operasyon li ser polîtîkerê kurd Adem Uzun pêkînane ku ev ji aliyê kurd û kurdistaniyan ve qetiyen nayê qebûl kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kurd li gorî qanûnên dewletên YE'yê xebatên xwe dikin. Dewletên YE'yê divê li gorî daxwazên dewleta Tirk hereket nekin û jiyanê li kurdên cografyaya xwe teng nekin. Daxuyanî wisa dom kir: "Dewleta Tirk dixwaze sîstemê xwe yê antî demokratîk ixracî nav YE'yê jî bike û mixabin hindek dewletên YE'yê jî bi girtina polîtîkerên kurd dibine şirîkê antî demokratîzma dewleta Tirkiyeyê. Dewletên YE'yê û bi taybetî jî Fransa vê pratîka krîmînîzasyonîst ya li ser polîtîkerên kurd divê behemehal terk bikin."

KNK girtina Adem Uzun wekî êrîşkarîyeke beramberî xelkê kurd bi nav kir û wisa got: "KNK li hêviyê ye ku dewleta Fransayê zûtirîn demê de Adem Uzun serbest bike û lêborîna xwe ji Adem Uzun, KNK'ê û xelkê kurd bixwaze. KNK li hêviyê ye ku kurd û kurdistanî û her wiha dostên xelkê kurd yên li Fransa û her derê dinyayê vê êrîşkarîya dewleta Fransayê mehkûm bikin û fişarê bibine ser hikumeta Fransayê ku Adem Uzun serbest bikin."

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fînalîst diyar bûn

ad

'Bila bi kurdî beşdarî Eurovisionê bibin'

ad

HEDEP bû DEM Partî

ad

Hikumeta Tirkiyê li Azerbeycanê rojnameya kurdî Dîplomat da girtin

ad

Li KKTC'ê UBP bi ser ket

ad

Mahmut Alinakê heft salî*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname