Diyarname
Niha nîqaşa li ser sala 1915'an didome. Kovara Kurt Tarîhî jî dest avêtiye meseleyê û agahiyên balkêş pêşkêş dike.
1915 sala qetilkirina ermenan e. Îsal 100'emîn salvegera vê komkujiyê ye. Li dinyayê ev yek tê nîqaşkirin. Kovara "Kurt Tarîhî" ku du mehan carekê bi tirkî weşanê dike di hejmara xwe ya nû de wê jî dest avêtiye vê meseleyê.
Kurt Tarîhî ku di serdema weşanê de sê salên xwe temam kirin, bi hejmara xweya gulan-pûşperê derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê bi sernavê "1915 û Kurd" dosyayek amade kiriye û berga xwe de pêşkêş kiriye. Ji bo dosyayê Bedirhan Muhsin Aybar nivîsa Hans-Lusa Kieser ji îngilîzî ji bo tirkî wergerandiye. Nivîs li ser salên 1895-1915 ên serdema Osmanî sekiriye. Dîsa di çarçoveya dosyayê de Nurdan Arasa nivîsa Rohat Alakom a bi navê "Feryada Gulîzar / Ji têkiliyên kurd-ermenan" ji kurdî wergerandiye tirkî. Her wiha Namik Kemal Dinç, Adnan Çelik. Fatma Muge Goçek, Dr. Ugur Umit Ungor, Şahhaydar Yarkin bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine.
Di kovara ku hejmara xwe ya 18'an pêşkêş kir de ji bilî dosyayê hin nivîsên din ên il ser dîroka kurdan jî cih girtine. Yek ji wan nivîsa Tahsin Sever e ku bi sernavê "Rêberê Komîteya Îstîklala Kurdistanê Xalit Begê Cibrî" hatiye weşandin. Di nivîsê de li ser Xalit Beg agahî hatine dayîn û hatiye gotin ku wî Kurdistan bi yekpare didît, loma piştgirî dida tevgera li başûrê Kurdistanê ya Şêx Mehmûd Berzencî. Dîsa ji yek nivîsan jî nivîsa Sedat Ulufana ye ku sernavê "Di sala 1894'an de Serjimariya Wîlayetên Wan û Bedlîsê" hatiye weşandin. Vecdi Demîr jî nameya ku Celadet Elî Bedirxan ji bo Mustafa Kemal şandibû şirove kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
www.kurttarihidergisi.org
kurtarihi@yahoo.com
0532 173 25 09