AMED
20’ê Sermawezê Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan e,. Ji bo vê yekê li Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke ya girêdayî Şaredariya Peyasê çalakîyek ligel zarokan hat li darxistin. Xwendekarên pirzimanî yên zarokistanê bi coş beşdarî vê çalakiyê bûn.
“Hefteya Mafên Zarokan” bi diruşma “Zarok Bi Mafên Xwe Zarok e” dest pê kir û bi çalakiyên rengîn zarokan geş kir. Ev bernameya ku hefteyekê didome, fersendê dide zarokan ku mafên xwe nas bikin, van mafan bi jiyana xwe ya rojane ve girê bidin û bi rêya lîstik, atolye, şano û çalakiyên afirîner bi awayekî azad û xwebawer xwe îfade bikin.
Gerînendetiya Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke derbarê armanca xebatên xwe de wiha got: “Em dixwazin ne tenê zanîna akademîk, lê di heman demê de hişmendiyeke kûr a li ser mafên zarokan di zarokên xwe de ava bikin. Mafê herî bingehîn ê zarokan ew e ku mafên xwe bizanibin û bikaribin bi azadî xwe îfade bikin. Em bi vê têgihîştinê tevdigerin, ‘Zarok, bi mafên xwe zarok e.’ Bi xebatên xwe, em zarokên xwebawer, hestiyar û hişyar mezin dikin da ku ew bibin xwediyê pêşerojeke azad.”
Lîstikên cihêreng û çalakiyên afirîner ên ji bo zarokan hatine amadekirin, eleqeyeke mezin dîtin. Ev bernameya bi naverokeke dewlemend, dê heta dawiya hefteyê bidome û hişmendiya zarokan a li ser mafan xurt bike.
Zarokistana Perperîke bi nêzîkatiya xwe ya perwerdeya li ser bingeha mafên zarokan û pirzimanî, bûye saziyeke mînak û xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk û bi kalîte dimeşîne.


