ŞIRNEX
Li Cizîrê berî ku rêveberiya awarte bê îlankirin ji bo mamosteyan peyamên ku ji bo terikandina navçeyê hatibû şandin, niha jî ji aliyê MEB'ê ve ji bo mamosteyên li Hezexê hat şandin. Di peyamê de tê xwestin ku mamoste tevli semînera di 8-12'ê reşemiyê ya li Stenbolê bibin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ev zêdetirî meheke di bin dorpêçê de ye û her leşkeran dişînin wir. Dewlet amadekariya îlankirina rêveberiya awarte dike. Çawa li Cizîrê berî rewşa awarte mamoste ji wir hatibûn kişandin niha jî MEB'ê (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê) ji bo navçeyê biterikînin peyam ji bo mamosteyan şand. Di peyamê de dibêje ji bo semînera mamostetiyê di navbera 8-12'yê vê mehê li Stenbolê li Zubeyde Hanim Hizmetiçi Egitim Enstitusu bin. Her çiqas wisa bibêje jî tê zanîn li Cizîrê jî heman tiştek gotibûn.
Piştî vê peyamê îhtîmal e li Hezexê jî rewşa awarte bê îlankirin û wekî Cizîrê bibe qada qedexe.


