Samî Tan
Zimanek kengî dimire? Bi awayekî gelemperî dema ku pêaxêvên wî neman, ew dimire. Lê belê berî wê jî ziman tûşî gelek nexweşî û derd û kulan dibe. Ziman roja ku derfetên pêşketin û perisîna suriştî ji dest dan, anku gava ku pêkanîn û dariştina peyvan bi awayekî suriştî pêk nehat, civakê di nava jiyana xwe ya suriştî de li gorî pêdiviyên xwe peyv, qalib û şayesên nû neafirandin, li şûna wan tiştên ji zimanên din bi awayekî bêserûber derbasî zimanê xwe kirin, hingî derbeyên mezin dixwe û gav bi gav giyanê xwe bi dest ruhistînê ve berdide. Heke karê parastin û pêşvebirina zimanekî bi tenê li ser pişta komek “pispor” ma, peyv li ser maseyê, bi berawirdkirina bi peyvên zimanên din re hatin dariştin, ew ziman cil û bergên zimanên din li xwe dike. Tiştê ji wê jî kambaxtir ew e ku xwendeyên wî zimanî hemû materyalên xwe bi zimanekî din binivîsin û rabin li zimanê xwe (qaşo) wergerînin.
Mixabin îro rewşa me kurdan jî ev e. Bala xwe bidin daxuyaniyên me, bi piranî zirwergerên ji tirkî ne. Mirov di hin rewşan de pêwîstiya wergerê fehm dike û hin caran werger di pêşketina zimanekî de xwediyê kartêkirineke taybet e, lê hin caran jî mirov bi tu awayî nikare pêwîstiya wergerê rave bike. Bo nimûne heke saziyeke li Amedê rabe daxuyaniya xwe bi tirkî amade bike û ji hinekan bixwaze ku li kurdî wergerînin, ev ne şermeke mezin e? Her wiha heke tevgera çandê ya ku divê kadroyên wê ji her kesî baştir karibin kurdî bi kar bînin, hê jî bernameyên xwe bi tirkî amade dikin, bi zirkurdiyeke kakiltirkî pêşkêşî raya giştî dikin em ê çi xweliyê li serê xwe bikin? Her wiha heke şanogerên me bi tenê li ser sehneyê kurdiya jiberkirî bi kar bînin, rojnamegerên me bi tenê li ber kompîturê kurdî were bîra wan, hingî em mirine lê hê serê me li kevirê ehed û wehedê neketiye.
Berî çend rojan bernameya saziyên çandê yên Marmarayê ya der barê “Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî” de gihaşt ber destên min. Min bala xwe da kurdiya wê, min nezanî gelo ez bikenim an bigirîm. Binêrin di wê bernameyê de PKK wekî “cînavk” hatiye binavkirin. Bi rastî ev gotin bi tena serê xwe lêpirsîneke berfireh heq dike. Cînavk têgiheke rêzimanî ye, ew beşa axaftinê, bi gotina Celadet Bedirxan “bira qisetê” ye ku cihê navdêrê digire. Heke bibêje, PKK li Rojhilata Navîn hêzeke xurt û sereke ye, ma dê dinya xera bibe?
Qaşo wergêr ji bo ku peyva tirkî “özne”yê wergerîne kurdî hewl daye, peyva “kirde” nehatiye bîra wî, lewma jî peyva “cînavk” bi kar aniye. Jixwe heke peyva “kirde” bi kar bianiya jî dê dîsa şaş bûya. Ji ber ku ew têgiheke rêzimanî ye, tu carî cihê “biker” nagire. Binêrin tirkan di nava nod salî de ji xwe re zimanek çêkir. Îcar em jî vî zimanê çêkirî li ser kurdî ferz dikin. Gelo hûn dizanin ku peyva “nesne” ji qalibê “ne ise ne” pêk hatiye? Her wiha peyva “özne” jî bi riya şibandinê hatiye dariştin û peyveke şaş e. Belê şaş e, ji ber ku di tirkî de paşgireke bi rengê “ne” nîn e. Helbet heke di wergera bernameya Tevgera Çandê de bi tenê ew şaşî hebûya, me pêwîst nedidît ku em ewende bala we bikişînin serê. Lê belê heke mirov tirkiya wê nexwîne, mirov tiştekî ji kurdiya wê fehm nake.
Heçî çapemeniya me ye, bi salan kurdiya werger bide dane xwendin. “Operasyon şemitandin”, “bivir li pêvajoyê xistin”, “xebat vala derxistin”… Niha xweşbextane ajans êdî nûçeyên xwe bi kurdî çêdikin, em hêvî dikin ev kar zêdetir bi pêş bikeve, xebatkarên ajansan jiyana xwe de jî kurdî bi kar bînin û karibin mêjiyê xwe jî, mêjiyê me jî ji nivîs û gotarên wergerandî rizgar bikin.
Binêrin heval û hogirên me der barê ziman û perwerdehiya kurdî de komxebatan li dar dixin, lê belê hinek radibin dibêjin, “Ben kendimi Kürtçe ifade edemiyorum.” Heke wisa be, tu hatiye çi? Hinekan tu bi darê zorê aniye vir? Niha me li ser navê welatparêziyê her du destên xwe xistine qirika zimanê kurdî em bi hemû hêz û şiyana xwe diguvêşin, tu nemaye ku ew ziman ji ber vê eşq û evîna me bixeniqe. Divê haya me ji me hebe.
30.04.2015, ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye girtin. Sernav me guhartiye


