logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

HRRK'ê ji bo Rojava bang li hemû aliyên siyasî kir

Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke bang li hemû aliyên siyasî kir ku li ser rojavayê Kurdistanê şer

  • Dîrok: 17/05/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke bang li hemû aliyên siyasî kir ku li ser rojavayê Kurdistanê şer nekin û bikevin nav diyalogê.

Em bêyî destê xwe bidinê vê banga HRRK'ê diweşînin:



BANG

Vexwendina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bo hemî aliyên siyasî ji bo aramî û diyalogê

Her kes dizane ku di demên dawîn de, rewşa siyasî û mewdanî û mercên jiyanê, hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li seranserî Sûryeyê ber bi alêzî û renckêşanê ve diçin. Û di vaka Kurdan de jî pêre pêre dabeşbûneke dijwar rû dide;  ev dabeşbûn jî bi awayekî zelal di navbera PYD û PDKS û alîgirên herdû aliyan îro pêtir li dar e. 

Di van rojên dawî de, nakokiya di navbera herdû aliyan de gurtir dibe û şêwazekî tirsnak werdigire, girtin, dûrxistina siyasiyan û astengkirina tevgera wan,  her wisa astengkirina karûbarê çalakvanên ragihandin û rojnamegeriyê; di gel çendîn binpêkirinên mafan yên ku ji alî Asayişê ve hatine pêk anîn û bi ti şêweyan nayên pejirandin û bi tenê li bin siya lojîka hêz û şiyanê ; safîkirina hesabên siyasî  bi aliyekî din ê siyasî  re tê bi kar anîn, ev jî di gel çendîn bûyerên tarî yên  revandin û wendakirin û nebedîbûna kesan di rewşên wisa de ku gelek pirsan li cem me çêdikin?

Aliyê din jî, bê navber hewl dide ku ezmûneya Birêvebiriya Demî têk bibe û sazî û dezgehên wê yên li Rojava  ji holê rake û vê ezmûneyê bi alîkariya hin hêzên din ên derve mandele dike û hemî hêza xwe amade dike da ku bikaribe vê ezmûneyê biherifîne; ev bi hin şêwazên li derveyî siyasetê û bi hin gavên ne aştiyane pêk tên. Ev dîmen, li bin siya şerekî ragihandinê ku ji alî herdû aliyan ve pêk tê, didome. Şerekî êdî ji bilî Tviyan ber bi tora înternet û malperên peywendiya civakî ve berfireh dibe; şerekî ku qet ne hêjayî armanc û ked û têkoşîna gelê me ye.

Di kêlîka ku em şêweyên danûstendina Asayîşê şermezar dikin û em ji her kesî re diçespînin ku nakokiyên siyasî bi riya hêz û qewetê çareser nabin, em aliyê din şermezar dikin û dibêjin: Pêwîst nake hûn dest her tiştî berdin û berê xwe bidin ezmûneya birêvebiriya demî, çunkî meydana têkoşînê berfireh e û di serî de jî têkoşîna li dijî rejîma zorbaz a ku bîna welatê me çikandiye.

Di vê navberê de, helwestên dijminane û alîgiriya siyasî ya rewşenbîran jî zêtê bi ser êgir dadike û rewşa heyî ya siyasî aloztir dike; rewşenbîrên ku pêwîst e berjewendiyên neteweyî  biparêzin û nameya xwe ya dîrokî bi awayekî rewşenbîrane ragihînin. Rewşa ku îro li ber dest e, rewşa rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û pênûsên ku şerê birakujî yê kirên gur dikirin tîne bîra me. 

Em, wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di gel hemî cihêrengiyên me yên ramanî û rêxistinî; em herdû aliyan berpirsên vê rewşa aloz dibînin, em ji wan dixwazin ku di gava pêşîn de şerê ragihandinê yê di navbera xwe de rawestînin, wekî birayan li dora maseya diyalogê bi hev re rûnin, vê rewşa nazik û hestiyar ya gelê me di ser hemî berjewendiyên xwe re bigirin.

Ev banga me ne zeftkirina dar ji nêvî ve ye, belkî hin wisa texmîn bikin, bi qasî ku hewldan e, hewldane ku em hemî aliyan agahdarî rewşa tirsnak ya gelê xwe bikin. 

Banga me ji bo hemî aliyan e ku asta siyaseta xwe bilindtir bikin û berjewendiyên miletê Kurd di ser hemî tiştî re bigirin, wisa; bi tenê wisa dikarin bandora xwe li rewşa Sûriyeyê bi giştî bikin. 

Bi van şer û nakoyên rêxistinî û li bin siya berjewendiyên partiyane dê hemî hêza Kurdan; hêza mezin a keç û xortên me tar û mar bibe, dê serencam pir kambax û dilêşane be, dê ev delîveya dîrokî ji destê me gişan here, delîveya ku şoreşa azadiyê ya welatê me yê birîndar bi dest me xist, welatê me yê ku dixwaze hetahetayê ji serdemên tarî  rizgar bibe.

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê

16.05.2014

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Drogba û Eboue ceza nexwarin

ad

Keleha gundê Kelê

ad

Sempozyûmek li ser Ebdurrehîm ehmî Hekarî

ad

Cemil Oguz: Bila deh Diyarname qurbana zimên bin

ad

Pirtûka ceribandinên Ahmet Altan bi gelek zimanan tê weşandin

ad

Ji Sengawî hişyarî: Ji ber Barzaniyan û PDK'ê Hewlêr jî wekî Mûsilê ji dest diçe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname