Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, êrîşên bombeyî yên duh bi şev ên li bajarê Hesekê yên li hemberî sivîlên Newroz pîroz dikin, şermezar kir.
Ban Ki-Moon êrîş wekî “hovîtî” bi nav kirin û got ku di van êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Ban Ki-Mon diyar kir ku DAIŞ dixwaze di navbera baweriyan de tevlîheviyê derxe holê û ew hemû kiryarên li dijî sivîlan şemezar dikin.
Sekreterê Giştî yê NY'yê Ban Ki-Moon ji hemû aliyên çekdar xwest ku li dijî sivîlan çekan bikar neyînin.