Diyarname
Vê hefteyê 3 jê ji Tirkiyeyê 4 ji derveyî Tirkiyeyê 7 fîlm ketin vîzyonê. Di vê hefteya li Tirkiyeyê dibistan di betlaneyê de ne de 3 anîmasyon hene ku bala zarokan dikişînin. Yek ji van ji Tirkiyeyê ye û herduyên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Ji nav fîlmên vê hefteyê em fîlmê ku ji Çînê hatiye "The Farewell" derdixin pêş.
Fîlmê derhênerê çînî Lulu Wang ê bi navê "The Farewell" bi navê "Elveda" xistine vîzyonê. Di fîlmê Awkwafina, Shuzhen Zhao, X Mayo û Hong Lu têde dilîzin de lîstikvana fîlm Awkwafina bi rola xwe Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Xelata Globa Zêrîn girtibû.
Liliya ku li Amerîkayê dijî roje ji bavê xwe xebereke nexweş digire: Pîra wê Nai Nai ku li Çînê dijî bi xweşiya pişikê ketiye. Malbat biryarê dide ku vê agahiyê ji pîrê re nebêje ku pîrê rojên xwe yên dawî bi dilxweşî temam bike. Lili ne ligel vê biryarê ye û veşartina agahiyeke wisa wekî neheqiyeke mezin dihesibîne. Lê ligel vê yekê jî Lili li gor biryarê tevdigere û ji bo cara dawî pîra xwe bibîne vedigere Çînê.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- The Farewell / Derhêner Lulu Wang
- The Young Cannibals / Derhêner Kris Carr, Sam Fowler
- Bad Boys for Life / Derhêner Adil El Arbi, Bilall Fallah
- Arctic Justice / Derhêner Aaron Woodley / Anîmasyon
- Feride: Bu bir kaş kaydiriştir / Derhêner Ali Yorgancioglu, Zeynep Camci
- Muhr-u Cin / Derhêner Bugra Keki
- Maceraci Yuzgeçler: Buyuk Gosteri / Derhêner Mithat Gokçe / Anîmasyon