Diyarname
Îsal rojên 14-15-16'ên gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de gelek xebat têne kirin û yek ji wan jî panela li Zanîngeha Bîlgî ye.
Li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê di vê çarçoveyê de bi navê "Roja Kurdî" du panelên girîng hatin li dar xistin. Panel ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Ronahî Onen ve hatin organîzekirin. Di panela yekem ku danê sibê di bin navê "Nîqaş û xebatên li ser zimên" li dar ket de Samî Tan (Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Zana Farqînî (Nivîskar, lêkolîner), Deniz Gunduz (Xwediyê Weşanên Vate), Fehîm Işik (Cîgirê Serokê Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî, Nivîskar) axivîn.
Di panela piştî nîvro ya bi sernavê "Di wêjeya kurdî ya nûjen de dirûvgirtina zimanekî nû" de jî Lal Laleş (Helbestkar, wergêr), Dilawer Zeraq (Nivîskar, Wergêr) û Kawa Nemir (Helbestkar, wergêr) beşdar bûn û axivîn.
Xebatê zazakî berey 70 ra bi alfabey Celadet yenê kerdin
Di panel de vernî de Deniz Gunduz qise kerd. Gunduzî qalê hejmarey kirmancan kerd û vat ke destê ma de îstatîstîkî çiniyê la texmîn kena 3-4 mîlyon kirmancî tiya estê. Yê vat ke hemî vanê zaza, zêdetir hetê Sewrêge van dimilî, Dêrsim de vanê kirdasî û zêfht jî namey kirdasî û kirmanc yeno xebetnayîş.
Gunduzî serê xebatey berhemanê zazakî de jî wina vat: "Kitabo jûyîn Mewlûdê Zazakî hetê Mela Ehmedê Xasî ra serey 1899 de hamey niştişî. Serey 1970 û nat ra zazakî bi alfabey Cehadet Elî Bedirxan hamiya niştişî. Ma hawnenê di kovarey Tîrêj serey 1978 de Malmîsanijî bi zazakî nişto. Malmîsanijî di serey 1987 de ferhengê zazakî vet, dimay eney joy ra xebatey zazakî teber de dewam kerd."
Deniz Gunduz serê xebatey Grubey Vate de jî vindert û vat: "1996 de Swêd de komêke kirmancî hamey pêser û waşt kirmancî stantdardîze bikerê. Kovarey Vate 1996'de bi kirmanckî veciya û heta eyro 36 homarî hamey neşrkerdin. Weşanê Vate jî 2003 de dest bi kar kerd û heta eyro ma 34 kitabî neşr kerdî. Na Komey Vate serê peyvan de xebat kenê, hetê etomolojîkê peyvî de biryara gêna."
4 hezar kes govendê digirin, 4 hezar rojnameyê naxwînin
Nivîskar Fehim Işik da zanîn ku heta damezirandina Komara Tirkiyeyê di medreseyan de kurdî pêşketî bû, bi kurdî perwerdehî hebû, lê bi komarê re ev jî rabûye. Işik, qala xebata kurdan a wan salan a parçeyên din kir û got: "Piştî salên 1925'an kurdan berê xwe da Sûrî. Li Iraqê piştî têkçûna desthilatdariya Qral Faysal zanîngeh hate avakirin û têde beşa kurdî vebû. Cegerxwîn jî li wir xwendi. Li Îranê jî qedexe hebû lê ne wekî Komara Tirkiyeyê bû. Li van deran bi alfabeya samî, yanê erebî dinivîsandin lê li Sûrî bi talînî bû. Ev xebatên li parçeyên din piştî salên 1960'an tesîr li bakur kir."
Li ser nexwendina bi kurdî jî Işik ev anî ziman: "Em dinêrin dema Hawarê de jî zêde belav nedibû, nedihat xwendin niha jî. Azadiya Welat zextek li ser e, tu dinêrî 4-5 hezar tê xwendin, lê li çalakiyekê 4-5 hezar kes carekê de radibin govendê."
Xebata Celadet ilmî ye û ji bo me rênîşandar e
Zimanzan Zana Farqînî jî di panelê de zêdetir li ser ziman, têkiliya ziman a Celadet û Hawarê û ya niha sekinî. Farqînî pêşî qala alfabeyên kurdî kir û got: "Abdullah Cewdet di nivîseke xwe de nav lê neke jî diyar dike ku pêdiviya kurdan bi alfabeyeke din heye. Lê Celadet dest bi alfabeya latînî dike. Berî Celadet li Kafkasyayê Marûgulov dest pê dike lê ya Celadet belav dibe."
Farqînî rdiyar kir ku li gor Celadet Elî Bedirxan ji bo ziman 3 stûnên bingehîn hene û wisa berdewam kir: "Ew jî alfabe, gramer û ferheng e. Em dinêrin wî li ser van her sêyan xebat kiriye. Em fêm dikin ku ew têgihîştiye ku çi lazim e. Celadet gotiye; 'Gramer rastnivîsandin rastxwendina ziman e. Bingeha xwe ji ziman digire.' Ev tesbîtek ilmî ye. Wî bi xebatên xwe pêşî li me vekiriye lê ev nayê wê wateyê tiştên wî kirine ayet in. Wî bi xwe her xwe nû kiriye. Di hejmarên pêşîn ê Hawarê de tesîra devoka Botan li ser e lê her ku çûye wî zimanê xwe guherandiye, rast kiriye.Helwesta Celadet helwesteke ilmî ye."
Farqînî diyar kir ku heta bi helwesta ilmî nêzî ziman nebin, bi helwestên siyasî nêz bibin wê pirsgirêkên kurdî çareser nebin û got: "Hawar, Celadet Elî Bedirxan ji bo me rêberek, rêberek ilmî ne."
100 sal in têkoşîna nasnameyê tê dayîn
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ku di heman demê de berdevkê TZPKurdî ye jî, li ser beşa xwe axaftineke. Tan got ku ji Celadet vir ve her xebatên ziman ku hatine kirin mohra têkoşîna neteweyî li ser e, Komara Tirkiyeyê ji ber ku naxwaze netewetiyê qebûl bike di nav tengasiyê de ye.
Tan got ku Tirkiye kurdî ji namnameya kurdî dûr dixe û ev mînak da: "Par li ser Ehmedê Xanî li Bazîdê sempozyûm çêkirin, pirtûk derxistin, min li pirtûka ku derxistine nêrî, Ehmedê Xanî wekî kesek derwêş nîşan dane. Niha di xwazin li Miksê li ser Feqiyê Teyran tiştek wisa çêbikin, dîsa wê nasnameya neteweyî nebînin."
Samî Tan diyar kir ku xebatên di 100 salên dawî de hatine kirin ji bo parastina ziman, nasnameya kurdî ye û got: "Ji bo Ehmedê Xanî xebata kurdî tercihek e. Ev dîtin ji bo me jî îro rênîşandar e."
Tan wisa dawî li gotina xwe anî: "Berê zimanê bajaran tirkî bû, îro li bajarên kurdan yên ku bi kurdî nizanin şerm dikin. Ev bi saya xebata têkoşînê çêbûye. Berê xebat ji bo rastkirina gramer, rastkirina ziman dihat kirin îro ji bo parastin û pêşvebirinê tê kirin."
Panelîstan piştî axaftinên xwe bersiva pirsên beşdaran dan.
Foto: Cemil Oguz
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.