Diyarname
Lîstikvana navdar û Qasida Aştiyê ya NY'yê Nicole Kidman xwest şîdeta li dijî bê rawestandin.
25'ê mehê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta Ser Jinê ya Navneteweyî bû. Li ser vê rojê Qasida Aştiyê ya Fona Pêşketina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UNIFEM) Nicola Kidman axaftineke kir û got: "Li dinyayê ji her 3 jinan yek di jiyana xwe de bi îstîsmara cinsî re rû bi rû dimîne. Heta ev berdewam bike divê her kes ji bo rawestandina şîdeta li ser jinê xebatê bike.
Çalakiyên li Tirkiyeyê
Li Tirkiyeyê, li gelek bajaran di vê rojê de çalakî hatin li dar xistin.
Li Batman, Amed, Riha, Îzmîr, Edene, Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê jinan bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan li dijî şîdeta li ser jinê dengê xwe bilind kir.