logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Peyamên pîrozbahî yên ji bo ragihandina xweseriya Cizîrê

Gelek sazî û partiyan ji bo pîrozkirina ragihandina Kantona Xweser a Cizîrê peyam weşandin.

  • Dîrok: 22/01/2014
  • Beş: Nûçe

Navenad Nûçeyan

Gelek sazî û partiyan ji bo pîrozkirina ragihandina Kantona Xweser a Cizîrê peyam weşandin.

KCD: Kantona Cizîrê ku yekem qada xweser a Şoreşa Rojava ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îlankirina xweseriya demokratîk ya li Kantona Cizirê silav kir.  KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelê kurd yê Rojava ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nebû alîgir û têkoşîneke jiyana azad û demokratîk da, hatiye qadeke ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û wiha dom kir: “Kantona Cizîrê ku yekem qada xweser a Şoreşa Rojava ye, ji nirx û qezencên netewî yê gelê kurd re pêşengî kiriye û nirxên mezin lê zêde kiriye. Ev rêveberiya ku bi hêza xweser ya gelê Rojava hatiye îlankirin, dê li her çar paçeyên Kurdistanê bibe mînak. Bi van qezencên ku li Rojava hatine bidestxistin re kurd di têkoşîna hebûnê de gihîştine asteke girîng. Ev qezenc dê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû gelên bindest bibe çavkaniya heyecan û morelê. Ji ber vê jî xwedî derketina gelê kurd ya li vê qezencê û mezinkirina wê gelek girîng e. Di vê esasê de em berxwedana Gelê Rojava silav dikin û qezenca wan pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku kantona Cizîrê dê hêzê bide têkoşîna azadî û demokrasiya gelan."


Kongra Gel: Parastina Rojava erka 40 mîlyonî ye

Hevserokatiya Kongra-Gel, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê silav kir û got: “Îlankirina Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bersiveke dîrokî ye li wan hêzên civîna Cenevre II amade kirine û bang li nûnerên gelên Rojavayê Kurdistanê nekirine. Gelên Cizîrê bi îlankirina îrada xwe, ew welat û hêzên ku naxwazin rastiya gelên Rojava bibinin, siyaseta wana vala derxistin.

Kongreya Gel di dawama daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi îradeya xwe Rêberiya xwe îlan kirîne û wiha got: “Bi avakirina xweseriya demokratik, gelên Rojavayê Kurdistanê him ji bo pêşeroja xwe îradeya xwe rêxistin dikin, him ji bo hemû ol û gelên Sûriyeyê rêya çareseriyê nîşan dikin, him jî di heman demê de ji bo hemû pirsgirêkên rojhilata navîn dibin nimûneya çareseriyê. Ev pêngav wê bandoreke stratejîk li pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê bike. Neyar û dilnexwestên şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî pir in. Pêwîste gelê Kurdistanê baş bizanibe ku parastin û xwedîderketina li gelên Rojava, li ser milê çil milyon gelê Kurd erkeke herî mezin e."


Heyet El-Tensîq îlana Xweseriya Demokratîk pîroz kir

Desteya Niştimanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) bi daxuyaniyekê rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cezîrê li hemû pêkhateyên Rojava pîroz kir. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Buroya Ragihandina Heyet El-Tensîq hatiye weşandin de, rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cezîrê li hemû gelê Sûriyê û pêkhateyên Cezîrê ji Kurd, Ereb, Suryanî û hemû netew û olên din ên kantonê hate pîrozkirin.

Di berdwama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêveberiya xweseriya demokratîk  wê hêvî û xweseteka hemû welatiyan a ji bo rêveberiyeke demokratîk û civak hevbeş pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêveberiya xweseriya demokratîk yekîtî û aramiya Sûriyê û welatên cîran tehdîd nake, berevajî vê yekê rêveberiya xweseriya demokartîk dê bibe nimûne ji bo rêveberiya ewlekarî, xizmet û aramiya civakî ya di rewşên herî zehmet ên welat de.

PAJK'ê Rêveberiya Xweser a Cizîrê silav kir.

Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew vê gava dîrokî ya tê wateya rêveberiya xweser a demokratîk û gelparêz silav dikin.

KJB'ê jî silav kir

Koma Jinên Bilind (KJB) bi daxuyaniyeke nivîskî îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Kantona Cizîrê ya Rojava pîroz kir. KJB'ê wisa got:  "Di serî de jin em hemû gelê xwe û gelên berxwedêr ên li dijî hemû êrîşan bi bîr, bawerî û berxwedaneke mezin xizmetî Şoreşa Rojava kirin, silav dikin. Ev pêşketina ku pratîka yekemîn a modela xweseriya demokratîk a gelan e, ku wê li Rojhilata Navîn rê li ber demeke nû veke, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Hemû şehîdên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina destketiyên li Rojava bi lehengî li ber xwe dan bibîr tînin û soza dilsoziyê careke din dûbare dikin."

PÇDK'ê Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê pîroz kir

Hevserokên Partiya Çareserî û Demokratiya Kurdistanê (PÇDK) îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokaratîk a Kantona Cizîrê pîroz kirin. Hevserokên PÇDK'ê Necîba Umer û Diyar Xerîb bi daxuyaniyeke hevbeş rêveberiya xweseriya demokartîk a kantona Cizîrê li hemû gelê Rojava pîroz kirin û diyar kirin ku avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk dê roleke erênî di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de jî bilîze.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rêveberiya li Rojava nûnertiya hemû pêkhateyan dikin û dê bibe amûra jiyana hevbeş. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêkhateyên Rojava dikarin bi îmkanên xwe yê xweser îradeya xwe rastîn bi rêvebibin. Di daxuyaniyê de hate bîr xistin ku tevlî hemû zehmetiyan û ambargoya ji aliyê rêjîmê û hêzên herêmê jî gelê Rojava karîbû parastina xwe bikin û siyaseta xwe ya rast destnîşan bike.

 

 

**

Nûçeyên eleqedar:

- BDP'ê ragihandina Kantona Cizîrê pîroz kir 

- Yek bi yek vaye Serokê Meclisê û Wezîrên Kantona Cizîrê 

- Kantona Cizîrê, Hevserok û Rêveberiya wê hate ragihandin 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Belgefîlm li Egeyê têne nîşandayîn

ad

Agahiyên li ser êrîşa li hemberî balyozxaneya Amerîkayê

ad

Belgefîlmê bi kurdî xelat girt

ad

Gava 13 hezar nake 12

ad

Salvegera Weqfe Beşîkçî hat pîrozkirin

ad

Enstîtuya Kurdî dersên kurdî dan rawestandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname