Diyarname
Di pirtûkxaneya meclisê de bi sedan pirtûkên ku li ser kurdan, welat û rêxistinên wan in hene. Her wiha yên bi kurdî jî.
Belê Çapxaneya Meclisê qerta pîrozbahiyê ya bi kurdî ya mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk çap nekir* lê di pirtûkxaneya meclisê de gelek pirtûkên li ser kurdan hene.
Pirtûkên li ser pirsgirêka kurd, dîroka Kurdistanê, wêjeya kurd, rêzimanê kurdî hene.
Ji mebûsên kurd her du pirtûkên wergerê yên mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk "Qaqlîbaz" (Richard Bach) û "Rojeke Ivan Denisoviç" (Alexander Soljenitsyn) hene.
Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî bi wergera M. Emîn Bozarslan, pirtûkên gramerê yên Kamûran Alî Bedirxan, Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, Feqî Huseyîn Sagniç, pirtûka Gotinên Pêşiyên Kurdan a Huseyîn Denîz, dîwanên Cegerxwîn û Melayê Cizîrî, pirtûkên Celîlê Celîl, meala Quarê ya bi kurdî ya Abdullah Varli, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, pirtûka Îbn Ul Ezrat a li ser Merwaniyan, pirtûka Halfin a li ser sedsala 19'an a kurdan, pirtûka Ksenophon, Dîroka Kurdistanê ya M. Emîn Zekî, Dîroka Dêrsimê ya M. Nûrî Dêrsimî, pirtûka William Aefleton a li ser Mehabadê, p
irtûkên Îsmaîl Beşîkçî hin ji pirtûkên bi kurdî û tirkî yên li ser kurdan in ku di pirtûkxaneya meclisê de cihê xwe girtine.
Her wiha ji nivîskarên malpera me Diyarnameyê jî destana "Kela Dimdim" û romana "Sê gav û 3darek" ên Jan Dost, "Mirî Ranazin"a Helîm Yûsiv jî di refên pirtûkxaneyê de hatine bi cih kirin.
Navnîşana malpera pirtûkxaneya meclisê li ser vê navnîşanê ye:
http://kutuphane.tbmm.gov.tr/cgi-bin/koha/opac-main.pl
Nûçeyên eleqedar:
* Dewlet kurdî çap nake!
- Pirtûka bi kurdî çû meclisê lê neket pêşangehê
- Ser xêrê: Meclis ji kurdî bêpar nema
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


