Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de ji ber peyva "Faşîst" doza lêpirsînê da dest pê kirin.
Di çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê de, ji ber polîsan mirov digirtin bin çavan Baydemîr hêrs bûbû* û ji polîsan re gotibû "Xwedê belayê we bide, faşîst no" dozgeriyê lêpirsîn da dest pê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gotinên Baydemîr de lêpirsîn da dest pê kirin û kasên wê rojê ji emniyeta Amedê xwestin. Piştî lêpirsînê dê diyar bibe doz bê vekirin an na.


