Diyarname
Nivîskar Hogir Berber gelek çîrokên kurdî berhev kirin û ew di 8 pirtûkan de çap kir. Pirtûkên ku bi hevkariya Şaredariya Baglarê hatine weşandin dilopeke din a ji çîrokên kurdî ji windabûnê diparêze.
Nivîskar Hogir Berger endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ye û xebata xwe ya li ser kurdî li Amedê didomîne. Wî heta niha çîrokên gelêrî ku berhiv kiribû niha wekî pirtûk çap kir. Bi giştî pirtûkên wî hatin çapkirin û her pirtûkek ji 16 rûpelan pêk tê.
Çîrokên di pirtûkan de bi kurmancî ne û bi piştgiriya Şaredariya Baglara Amedê hatine weşandin.
Xêza di pirtûkan de jî ji aliyê Servet Tut ve hatine çêkirin.
Pirtûkên ku hatine weşandin ev in:
- Dîk û Kîso,
- Şêr û Rovî,
- Pîrê û Dîk,
- Roviyê Bêdûvik,
- Şêr û Gur û Mî,
- Zira Kerê,
- Dîko,
- Qertel û Kîso