logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Delîl Dîlanar piştî 27 salan li Amedê konserek bêhempa da

Hunermendê navdar Delîl Dîlanar piştî 27 salan li bakurê Kurdistanê konserta ewil li Amedê li dar xist. Dîlanar bi meyje

  • Dîrok: 14/05/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Amed / Diyarname 

Hunermendê navdar Delîl Dîlanar piştî 27 salan li bakurê Kurdistanê konserta ewil li Amedê li dar xist. Dîlanar bi meyjeniyê, dengbêjiyê û stranên xweş konsertek bêhempa pêşkêşî guhdar û temaşevanên xwe kir.

Bi rojan bû Delîl Dîlanar û muzîkjenên pê re amadekariyên konserê dikirin. Konser duh bi şev li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Amedê hat lidarxistin. Bi sedan muzîkhez tev li konserê bûn. Her wiha mebûsê Amedê yê HDP’ê Îmam Taşçier, rêveberiya HDP’ên yên Amedê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, rêveberiya Amed Sporê jî beşdarî konserê bûn.

Piştî 27 salan ku yekem car bû Dîlanar konserek li bakurê Kurdistanê da rastî eleqeyek mezin hat. Bi hatina Dîlanar a ser dikê re dengê çepikan û kêfxweşiya guhdar û temaşegeran li eywanê olan da. Dîlanar bi performansek jêhatî û serketî dest bi konserê kir û ewil strana “Ez xeyîdî me” dest bi strandinê kir.

“AMED CIHÊ BERXWEDANÊ YE”

Dîlanar axaftinek kurt kir û diyar kir ku bajarê Amedê ji bo hemû miletê kurd hem cihê berxwedanê ye û hem jî cihê serhildanê ye û wiha got: “Amed di dîroka têkoşîna miletê kurd de cihekî gelek girîng digire. Hem bi hestên xwe, hem bi nasnameya xwe ji ber ku Amed cihek ew qas qedîm e. Ew qas împarator ew qas kes hatine û çûne lê ev keleha Amedê her wekî xwe maye û miletê Amedê jî her wekî xwe maye. Ji ber vê li gorî felsefeya miletê kurd çiqas girîng e, me xwest yekem konserta me li vir be. Bi xêrhatina we hemûyan dikim. Tu luksek miletê kurd nîn e ji hev bixeyîde.”

BI MEYA EGÎDÊ CIMO ŞEV XWEŞ KIR

Dîlanar piştî axaftina xwe stranên ji hev xweştir strî. Delîl strana “Şerê Tarxan” jî strî û beriya bistrê li meyê da. Yek ji strana herî xweş “Dewrêşê Evdî” ku di nava xelkê de rastî gelek eleqeyek mezin tê jî strî. Delîl Dîlanar dîsa li meyê da û diyar kir ku vê meya wî di sala 1996’an de mîrê bilûrê Egîdê Cimo ku di çileya 2019’an de koça dawî kir, diyarî wî kiriye. 

AMEDSPORÊ FORMA DIYARÎ WÎ KIR 

Di navbera konserê de Serokê Duyemîn ê Kuluba Amedsporê Cahît Akin û endama rêveberiya Kulubê Heval Şîmşek derketin ser dikê û formaya Amed Sporê ku li ser “21 Delîl Dîlanar” nivîsîbûn û stûmala Amedsporê diyarî wî kirin. Akin, hunermend Dîlanar vexwend maça duyemîn a play-offê ku Amedsporê 16’ê mehê di bilîze.

Dengê meyê û dengbêjiyê û stranên modern li eywana konserê olan dan. Konsera ku du saetan dom kir, di dawiyê de bi strandina stranên dîlanê re bi dawî bû. 

Dîlanar dê îro li Mêrdînê û di 15’ê Gulanê li Rihayê û di 28’ê gulanê jî li Stenbolê konseran li dar bixe. 

 

* 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 


*
**

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com               

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermendên ku piştgiriyê didin DEM Partî diyar bûn

ad

Ji Akademiyê Re Raporek

ad

Hejmara dawî ya nifûsa Tirkiyeyê

ad

YPG: Em ê Cerablusê jî azad bikin

ad

2016: Rewşê kitabanê kirmanckî

ad

Pirtûkek li ser xwarinên Rihayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname