Amed
Sempozyûna Ehmedê Xanî li Amedê duh dest pê kir û îro dê bi dawî bibe. Ji duh hin not:
Sempozyûna Navneteweyî ya Ehmedê Xanî di çarçoveya 8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de tê li dar xistin.
Sempozyûm duh li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.
Notên ji sempozyûmê:
- Axaftina destpêkirina sempozyûnê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kir û got: Çawa ku dema Gothe tê gotin wêjeya alman tê bîra mirov, dema Ehmedê Xanî tê gotin jî herêma Mezopotamya û Kurdistan tê bîra mirov. Xanî bi erebî, tirkî, farisî dizanî. Bixwesta dikaribû wekî hin kesên wê demê kirdiye bi van zimanan binivîsanda û dê ji aliyê van gelan ve niha bihata bikaranîn. Lê wî wekî xwe kir, berjewendiyên xwe yên şaxsî dan aliyekê û bi awayekî bi rûmet bi kurdî nivîsî.
Mixabin digel ku bi salan bi ser re derbas bûye jî hê zarokên kurd bi zimanê xwe nikarin bixwînin. Lê bi xêra keda Xanî û yên ku wekî wî kedê didin kurd êdî xwedî yekîtiyê ne. Xwedî zanîna neteweyî ne. Bi xêra vê yekîtiyê kurd xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derdikevin.
- Beşa yekem di bin rêveberiya weşanger Abdullah Keskin de li dar ket û Hîndekarê Zanîngeha Dîcle Kadri Yildirim û lêkolînvan Abdullah Varli li ser Xanî axivîn. Pêşî Keskîn got ku li Amedê yekem car di qada navneteweyî de sempozyûmeke wisa tê li dar xistin û sipasî kesên ku sempozyûm amade kiriye kir. Dûre Keskîn gotin da lêkolînvan Varli.
- Abdullah Varli wisa got: Heta niha yên ku têne zanîn 9 berhemên Xanî hene. 9 berhemên wî li ber destên me ne. Lê di dema ku ew lê jiyaye li ser du dewletê ku li ser du parçeyên axa kurdan bûn Xanî xebateke ji du cildan amade kiriye. Ev her du cild hê negihîştine ber destên me. Xanî di kurdî de devoka Culemêrgê bikar aniye, lê ji hemû zaravayên kurdî peyv bikar anîne.
Xanî xwest eşîrên kurdan li hev bîne. Her wiha wî kir ku ew eşîr bi cih û war bibin, lê bi ser neket. Tiştê ku wî xwest bike dewletên din piştî wî bi 200 salan anîn cih.
Xanî li Bazîdê 3 medreseyên girêdayî Medreseya Gewher Nigar ava kirin. Di van medreseyan de li ser hemû îlman ders da. Di van medreseyan de hat pola 6'an tenê bi kurdî perwerdehiyî dida. Xanî alfabeya xwe pêş xist û ev alfabe di gelek medreseyan de hate bikaranîn, lê dûre ev alfabe hate qedexekirin.
- Hîndekarê Zanîngeha Dîcle Kadri Yildirim: Xanî wê demê pergala perwerdehiyê ya li cem ereb, fars û osmaniyan rexne kiriye. Ji bo vê yekê Eqîdeya Îmanê û Nûbar nivîsandiye. Ji bo ku kurdî di perwerdehiyê de bê bikaranîn girîngî dayê zimanê zarokan, alfabe çêkiriye. Nûbara Biçûkan ji bo vê yekê nivîsandiye.
Di beşa duyem de jî Îzeddin Mistefa Resûl û Perwîz Cîhanî axivîn.
Îzeddin Mistefa Resûl: Berhema Xanî wekî ansîklopediyekê ye. Di dîrokê de gelek kesî çîroka Mem û Zînê nivîsiye lê ya Xanî ji her kesî zêdetir tesîr hiştiye. Piraniya berhemên din bi şêweya beyt hatine nivîsîn, lê Xanî di şêweya stranê de nivîsiye. Di berhema Xanî de Mem û Zîn di Newrozê de hev dibînin, lê di yên din de perî Zînê dibin cem Mem.
- Perwîz Cîhanî: Di berhema Xanî de Mem rojê, Zîn jî axê temsîl dike. Xanî qala daweteke dike di berhema xwe de lê piştî şeveke dirêj a gihîştina hev a erd û rojê li dar dikeve. Ev dawet jî daweta Stî û Tajdîn e.