Amed
Hilbijartina ji bo serokatiya Baroya Amedê duh pêk hat û parêzer Mehmet Emin Aktar bû serokê baroyê.
41'emîn Lijneya Giştî ya Baroya Amedê duh li Salona Şanoyê ya M. Akif Ersoy li dar ket. Di lijneyê de Parêzer Meral Daniş Beştaş, M. Emin Aktar û Surat Akdag berendamên serokatiyê bûn. Di encamê de parêzer Mehmet Emin Aktar ji bo serokatiyê hat hilbijantin.
Lijneya Rêveberiyê ya nû jî ji van kesan pêk hat: Serhat Eren, Ahmet Ozmen, Cihan Aydin, Zeynep Atli Alar, Suleyman Bilgiç, Halit Avdan, Esat Aktaş, Mustafa Sezer û Yilmaz Demiroglu.
Her wiha M.Sezgin Tanrıkulu, Sedat Çinar û H.Kubilay Çelenk jî wekî delegeyên TBB (Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê) hatin hilbijartin.
Baroya Amedê baroya herî mezin a li bajarê kurdan e û 665 endamên wê hene. Di hilbijartinê de 532 parêzerî dengên xwe bikar anîn. Di encama hilbijartinê de Mehmet Emin Aktar 246, berendam Meral Daniş Beştaş 244 û Surat Akdag jî 30 deng girtin.