AMED (DÎHA)
Şaxa Komeleya Mafêm Mirovan a Amedê têkildarî şerê sala dawî û binpêkirina mafên mirovan rapora salekê li avahiya xwe eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku piştî di tîrmeha 2015'an de şer dest pê kir û şûnde binpêkirina mafan jî dest pê kir û wiha got: "Di navbera 24'ê Tîrmeha 2015 û 24'ê Tîrmeha 2016'an de li gorî daneyên ku me tesbît kirine leşker, polîs, cerdevan, milîtanên rêxistinê welatiyên sivîl bi giştî hezar û 552 kes di şer de hatine kuştin. Hezar û 683 kes jî birîndar bûne. Piştî îlana OHAL'ê û şûnde binpêkirinên mafan ên wekî înfaza bê daraz, miameleyên xerab, binçavkirinên neheq, zextên li ser azadiya çapemeniyê gelek zêde bûne.
Nûnerê Herêma ÎHD'ê Abdulselam Înce jî bîlanço eşkere kir. Vane ew dane:
* Di encama êrîşên leşker û polîsan de 440 kes hatin kuştin. 353 kes birîndar bûn.
* Di şerê çekdarî de 422 leşker û polîs hatin kuştin. hezar û 65 polîs û leşker birîndar bûn. Di şer de 614 mîlîtanên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. 17 milîtanên rêxistinê birîndar bûn û 42 welatiyên sivîl di şer de birîndar bûn. 75 welatî jî birîndar bûn.
* Di encama şer de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 173 sivil birîndar bûn.
* Di şerê çekdarî de 15 endamên rêxistinê ji aliyê leşkeran ve hatin tazîkirin û li cenazeyên wan îşkence kirin.
* Li herêm û çoltarên bejayî 87 caran Herêmên Qadên Ewlehiyê hatin îlankirin. Li qadên ku hatin qedexekirin ketin û derketina welatiyan hat astengkirin. Welatiyên ku bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin mexdûr bûne.
* Li 9 bajar û 35 navçeyan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di şerê li kolanan de 75 jê zarok 320 welatî hatin kuştin.
* L ser sinor jî di êrîşên leşkeran de 48 welatî hatin kuştin. 60 sivîl jî birîndar bûn.
* Di tqîna mayîn û bombeyên polîs û leşkeran li pey xwe hiştin de 7 zarok hatin kuştin. 28 zarok birîndar bûn û seqet man. Yek jê jin 6 welatiyên mezin jî birîndar bûn.
* Di bin çavan de 286 kes rastî îşkenceyêhatin. Di serdegirtina malan de 161 kes rastî îşkencê hatin. Li girtîgehan 103 girtî rastî îşkenceyê hatin. 6 kes hatin revandin û xwestin wan bikin sîxur. 31 kes bi kuştinê rastî gefan hatin. Di çalakiyan de ji ber erîşên polîsan 99 welatî birîndar bûn.
* Di serdegirtina malan de 275 zarok û 7 hezar û 609 mezin bi giştî 7 hezar û 884 kes hatin binçavkirin û 81 jê zarok û hezar û 878 mezin bi giştî hezar û 959 kes hatin girtin. Polîs û leşkeran şev nîvê şevê bi giştî 4 hezar 223 kargerî hatin serdegirtin.
* Di îhlalên azadia ramanê de 96 weşan hatin desdeserkirin û komkirin. 4 saziyên rojname û weşanê hatin serdegirtin. 2 çalakiyên çandê hatin qedexekirin. 123 malperên nûçeyan hatin sansurkirin.
* Di çarçoveya azadiya ramanê de: Der barê 43 kesên cuda de dosyayên cuda hatin vekirin. Bi giştî der barê 702 kesan de lêpirsîn hatin vekirin. Der barê 13 hezar û 67 kedkarên ceawerî û sendîkayan de lêpirsîna îdarî hat vekirin.
* Ji ber kesên fikra xwe parve kirin der barê 15 kesan de dosya hatin vekirin û bi giştî 59 kes tên darizandin.
* Ji ber fikr û azadiya ramanê 60 dosya bi encam bûn. Der barê 168 kesan de cezayê hepsê hat dayîn.
* 20 partiyên siyasî, 14 komele, 14 saziyên perwerde û çandê 19 avahiyên xizmeta şaredariyê bi giştî 60 sazî û dezgeh rastî serdegirtina hêzên dewletê hatin. 17 komele û 2 saziyên perwerde û çandê hatin girtin.
* Bi giştî 117 civîn û daxuyaniyan rastî mudaxaleya polîsan hatin. 23 civîn û xwepeşandan hatin qedexekirin.