Diyarname
Serokê Giştî yê Memleket Partisi û Berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Muharrem İNce îro saet 14'an de li navenda partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û biryara vekişandina ji berendamtiyê eşkere kir.
Înce got ku ew ji 15 saliya xwe ve dest bi siyasetê kiriye, bi ser 40 salan e siyasetê dike û got ku tiştên di van 45 rojên dawî de dêtine di 45 salên xwe de nedîtine.
Înce li ser berendamtî wisa got, "Roja yekşemê hilbijartin heye. Memleket Partisi miheqeq divê li meclisê be. HDP heye, DEVA'yî, Gelecek Partiyi hene, sîgortaya Ataturk divê Memleket Partisi jî hebe. Ez bangî kesên gotine 'derew kirine û gotine ji Qesrê (Qesta wî hikumet e) pere hatine loma venakişe', ez bangî van alçaxan dikim. Ez ji kêmînên wisa natirsim. Ez ji beredamtî vedikêşim. Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min kir ku kanalek vekim. Bila tu mehneyên wan nemînin. Yan na roja hilbijartinê serê sibê dê hemû sûc biavêtana stûyê me. Ez ji berendamtiya Serokomariyê vedikişêm."


