logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Di teqîna li Stenbolê de hejmara miriyan gihişt 18'an

Di teqînên li Gungorena Stenbolê de,bombeya RDX ku wekî "bombeya serwîsên nepenî" tê zanîn hatiye bikaranîn

  • Dîrok: 28/07/2008
  • Beş: Nûçe

Diyarname 

Di demeke ku bala Tirkiyeyê li ser doza der barê Ergenekon û doza Girtina AKP'ê de ye, duh bi şev li navçeya Gungorenê ya Stenbolê du bombe li pey hev hatin teqandin û di encama teqînan de jê 5 zarok bi giştî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 150 zêdetir kes jî birîndar bûn. Lêkolîna polîsan a der barê kiryarên bûyerê de berdewam e, heta niha tu kes an jî rêxistinan bûyer negirtiye ser xwe.

Bombe di kuçeyeke navendî a qelebalix de hatin teqandin. Di niqaşên têkildarî mijarê de bêhtir awayê pêkanîna bûyerê li pêş e, çimkî di teqînan de rasterast xelkê sivîl hedef hatiye girtin.. Her wisa cara yekem e ku li Tirkiyeyê di bûyerekê de du bombe li pey hev hatin teqandin. Tê diyarkirin ku bombeya yekem bombeya deng bûye wekî xefik, ango ji bo ku xelkê li cihê bûyerê bicivîne hatiye teqandin; bombeya duyem jî 10 deqîqe paşê li heman cihî di nav xelkê ku ji bo alîkarî an jî meraqê li heman cihî civiya bû de hate teqandin... Ji ber vê yekê jî hejmara mirî û birîndaran pir zêde ye...

Xaleke din a girîng jî der barê bombeya ku di bûyerê de hatiye teqandin de ye. Tê diyarkirin ku di bûyerê de bombeya bi cureyê RDX hatiye bikaranîn, RDX ku wekî madeyek bi bandor tê zanîn wekî "bombeya serwîsên nepenî" tê binavkirin. Di nûçeya têkildarî mijarê ya di rojnameya ZAMANê de tê diyar kirin, bûyerên ku bi vê bombeyê têne lidarxistin, bi giştî nayên ronî kirin. Di nûçeya navborî de tê bibîrxistin ku teqînên li dijî Bahriye Uçok, Ahmet Taner Kışlalı, Ugur Mumcu û bûyera ku par li Amedê li ber dersxaneyekê hatibû lidarxistin û bibû sedema kuştina gelek kesan jî bi heman bombeyê hatine lidarxistin.... Lewre kiryarên wan bûyeran jî heta niha baş nehatine destnîşankirin...

Li aliyê din li hemberî bûyerê îro gelek nerazîbûn hebûn. Di serî de Serokwezîr Receb Tayîb Erdoğan û Serokê CHP'ê Deniz Baykal gelek rayedar hatin cihê bûyerê der barê pêkhatina bûyerê de agahî stendin û nerazîbûna xwe anîn zimên...

Her wisa, bûyer ji hêla Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, DTP, EMEP, ODP, MAZLÛMDER, DİSK û gelek saziyên sivîl ve jî hate şermezarkirin... Saziyên navborî banga "li dij sekinîna şîdetê" kirin...

Serokê DTP'ê Ahmet Turk, di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de bûyer bi tundî şermezar kir û got: "Em vê bûyerê wekî derbeyeke ku li aştî, pêvojo û pêşerojê hatiye xistin dinirxînin."

---

AHMET TURK: Em bi tundî şermezar dikin

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, êrîşa bombeyî ya li Stenbolê bi tundî şermezar kir, diyar kir ku dema mirov di teqînê de navnîşaneke esehî nîşan bide, ev dê bibe sedema aloziyê û wiha got: "Di gelek bûyerên ku beriya niha hate gotin ku PKK'ê kiriye de, Ergenekon derket."

Meclisa Partiyê ya DTP'ê, yekemîn civîna xwe ya piştî 2'yemîn Kongreya Asayî ku di 20'ê tîrmehê de lidar xistibû, li Navenda Giştî pêk anî. Berî civînê, Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, der barê teqîna li Stenbolê çêbû de daxuyaniyek da. Turk, diyar kir ku ji ber teqînê ew pir xemgîn bûne û wî bûyer bi tundî şermezar kir.
Turk, diyar kir ku bûyer derbeyek li aştî û pêşerojê ye. Turk wisa got: "Dema mirov di teqînê de navnîşaneke esehî nîşan bide, ev dê bibe sedema aloziyê. Divê ev bûyer bi gelek aliyên xwe bê lêkolînkirin. Di gelek bûyerên ku berî niha hatin gotin ku PKK'ê kiriye de, derket holê ku kiryar, Ergenekon e."
Her wiha îro PKK û Kongre Gel jî diyar kirin ku eleqeya wan bi bûyerê re nîn e û bi tundî êrîşa li Stenbolê şermezar kirin.

FOTO: www.sansursuz.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Du sal ceza dan Leyla Zana

ad

Festîvala Kurtefîlman tê

ad

BÊDENGIYEKE QELS

ad

Bi nameyên xwe piştgirî bidin zarokan

ad

W bi dosyaya ‘Di rewşenbîriya kurdî de rola Binxetê’ derket

ad

Kobanî ji çeteyan hate paqijkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname