Amed
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ku ji bo Civîna Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Sosyalîst ên Ewropayê çû Luksemburgê û bi Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel re rûnişt.
Anli ligel Hevşaredar Anli li vê derê bi Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel, Alîkara Serokwezîr Etienne Schneider û Serokê Parlamentoyê Mars Di Bartolomeo û Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve Marc Angel re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de pirsgirêka li Amed û bajarên Kurdistanê, rewşa giştî ya Tirkiyeyê, li bajarên pevçûn lê heyî xebatên şaredariyan û koçberî hate axaftin.
Di hevdîtinê de Serokê Parlamentoyê Mars Di Bartolomeo der barê xebatên xwe de agahî dan. Di Bartolomeo, diyar kir ku rêveberiya ku xwe bi awayê komûnên serbixwe bi rêk dixe ji bo demokrasiyê gelekî baş e, ev yek bandoreke baş li demokrasiya welatên wan dike û got ku bi vî awayî mîsoger e ku her kes hem dikare beşdarî rêvebirinê bibe hem jî di warê qanûndanînê de li bin ewlehiya qanûnî ye.
Anli beşdarî civîna desteya giştî dibe
Hevşaredar Firat Anli, dê beşdarî Civîna Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Sosyalîst ên Ewropayê bibe û civîn sibê bi komxebatan berdewam dibe.