Diyarname
Kovara 'Wêje û Rexne' hejmara xwe ya 4'an, kovara Nûbihar jî hejmara xwe ya 130'î derxist.
Di Wêje û Rexneyê de "Wêje û Tirawma"
Kovara Wêje û Rexne kovareke lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê ye. Niha kovarê kovara ku ji her çar mehan carekê derdikeve hejmara xwe ya 4'an a mehên "çile, sibat, adar, nîsan"ê derxist. Kovarê di vê hejmarê de mijara "Wêje û travma" girtiye dest. Di gotarên dosyayê de meseleya bûyerên travmatîk di nav wêjeya kurd de çawa cih girtine, van bûyeran di bîra kesan de birîneke çawa vekiriye girtine dest. Remezan Alan’ın "Dengbêj(î) û Helbesta Gelêrî" nivîsiye. Her wiha Joanna Bochenska, Ehmed Kirkan, Adil Mecîd Germiyanî, Hilla Peled-Shapira, Mesûd Serfiraz, Veysel Yildizhan, Mem Zînistanî, Mehmet Emin Purçak, Mutlu Can di vê çarçoveyê de keda xwe xistine nav kovarê.
Her wiha li ser travmayê bi Şener Ozmen re hevpeyvÎnek hatiye kirin. Dîsa van kesan Panayiota Chrysochou, Dawid Yeşilmen, Îlyas Suvagci, Abdullah Çelik, Engin Sustam, Ozlem Belçim Galip, Omer Delikaya, Adnan Çelik, İlknur Bilir bi gotarên xwe beşdarî kovarê bûne.
Dîsa li ser kirmanckî (zazakî) jî bi Mehmûd Nêşite re hevpeyvîn hatiye kirin.
Nûbiharê got 130
Kovara Nûbiharê ku ev 20 sal zêdetir e weşanê dike hejmara xwe ya zivistanê derxist. Kovar 3 mehan carekê derdikeve û bi vê hejmara xwe gihîşt hejmara 130'î.
Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevîk li ser "Du dinyayên me hene, herdu jî ji hev dûr in!" nivîsiye. Nivîskar Berken Bereh li ser Hawarê bi sernavê "Çend gotin li ser Hawarê" nivîsa xwe nivîsiye. Lêkolîner Rohat Alakom jî li ser ferhengek dîokî nivîsiye: "Ferhenga Akademiya Swêdê, Ferhenga ku 115 sal e hê jî neqediyaye!"
Lêkolîner Sedat Ulugana jî li ser Mîrekiya Bedlîsê bi sernavê "Di dewra EbdalXan de Mîrekiya Bedlîsê, sînor û statuşa wê" nivîsiye.
Her wiha li ser ziman, li ser aliman, li ser wêjeya klasîk û li ser gelek mijarên din nivîs di kovarê de hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
Nûbihar: 0212-519 00 09 nubihar@gmail.com
Wêje û rexne: 90(530) 347 86 62, wejeurexne@gmail.com


