logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Demîrtaş: Divê daxwaza statuya kurdan bê dîtin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî

  • Dîrok: 23/12/2015
  • Beş: Nûçe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) axivî.

Demîrtaş bibîr xist ku di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê de, ji ber xistina balafira Rûs krîz derketiye û got, "Bandora vê krîzê ji aliyê siyasî û aborî ve heye. Her wiha bandorê li herêma Rojhilat Navîn jî dike. Em jî weke HDP di wê baweriyê de ne ku divê ev krîz bandorek neyînî li xwendekarên xwedî parasporta Tirkiyeyê ne, li karker û karsazan neke. Me ev yek bi Wezîrê Karên Derve re parve kir."

'Li Tirkiye du xet bi hev re şer dikin'

Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye di nava pêvajoyeke guherîn-veguherînê de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em dixwazin ev guhertin ber bi aliyê piralî, demokrasî û azadiya hemû nasname, çand û baweriyan ve be. Li aliyê din, zîhniyeta AKP'ê hewl dide guherîn-veguherînê ber bi aliyê yek şexsî, nîjadperestî, olperestî, mezhebî ve bikişîne. Di navbera van her du xetên guherînê de pêşbirkek siyasî, îdeolojîk û rageşî heye. Em nêrînên xwe yên di vî warî de bi raya giştî ya navneteweyî re parve dikin. Bi Rûsyayê re jî me ev nêzîkatiya partiya xwe parve kirin."

'Daxwaza xwerêveberiyê rewa ye'

Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd gihaştiye asteke gelekî girîng û got, "Daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd weke daxwazeke rewa xwe nîşan dide. Lê belê AKP bi tank, hêzên bejahî û bikaranîna artêşê re polîtîkaya komkujiyê û şikandina vînê li hemberî gelê Kurd dimeşîne. Di vê mijarê de em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. Em bi mûxatabên xwe re van parve dikin."

'Di pêşeroja Sûriyeyê de naskirina gelê Kurd diyarker e'

Demîrtaş bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li aliyê din, li Sûriyeyê asteke nû hatiye bidestxistin. Li Sûriyeyê nîqaş li ser nivîsandina destûra bingehîn a nû destpê kiriye. Nîqaş tê kirin ku li Sûriyeya nû wê di Destûra Bingehîn de çi hebin, kîjan maf di kîjan astê de wê bê naskirin. Weke partî em alîgir in ku hemû reng, bawerî û nasnameyên civaka Sûriyeyê bên ewlekirin û di destûra bingehîn de bên parastin. Rêxistinên mîna DAIŞ û dûvikên El Qaîdeyê, bi barbarî, bi dijminatî li hemberî van cihêrengiyan derdikevin. Gelê Kurd ê li Sûriyeyê jî, li hemberî barbariya DAIŞ'ê berxwedana herî leheng nîşan dide. Lewma di destnîşankirina pêşeroja Sûriyeyê de, naskirina gelê Kurd, naskirina hebûna gelê Kurd a li wê derê, wê di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û pêkhatina aştiya li Rojhilata Navîn de roleke diyarker bilîze.

'Kurdan wekî 'qert' nebînin'

Di sedsala pêş de wê Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorekî girîng be û divê êdî ti kes bi têkiliyeke taktîkî, têkiliyeke bikaranînê nêzî Kurdan nebin, Kurdan weke 'qerta Kurd' nebînin. Pêwîste ev nêrîn were guhertin. Kurd vê qebûl jî nake. Kurd wê di sedsala nû de bibe hêzeke mezin a siyasî, hêzeke demokrasiyê. Gelê Kurd ku ji bo jiyana bi hev re ya hemû nasname û mezheban û gelên li herêmê rêya sêyemîn pêşniyar kir, ji nû ve derketiye ser dika dîrokê. Pêwîste hêzên navneteweyî jî bi dîtina vê rastiyê re bi Kurdan re têkiliyê deynin û polîtîkayê biafirînin. Li her cihê em diçin serdana wan, em vê yekê bi awayekî zelal tînin ser ziman."

Demîrtaş diyar kir ku di çareseriya krîza Rûsya-Tirkiyeyê de ew dixwazin rolekê bigirin ser milê xwe û got, "Ji ber em li hundir û li derve polîtîkayeke li dijî şer dişopînin. Em dixwazin pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk, bi diyalogê werin çareserkirin.'

'Cîhan hurmetê nîşanî berxwedana Kurd dike'

Demîrtaş anî ziman ku biryara AKP'ê ya xistina balafirê şaş e û got: "Hûn jî dizanin, Serokkomar di vê mijarê de polîtîkayeke gelekî hevnegirtî meşand. Di destpêkê de got ku xistina balafirê biryareke rast e, dûre hilkumiya û got, 'Eger me zanîbûya balafira Rûs e me nedixist'. Dûre got, 'Eger dîsa rewşeke bi vî rengî rû bide, em ê dîsa bixin'. Piştre got, 'Şaşîtiya pîlot e'. Ev polîtîkayên hevnagirin, çareseriyê jî dixitimîne. AKP di her mijarê de hildikume, nêzîkatiyeke bêpîvan nîşan dide. Sekna bi pîvan a partiya me jî, bala gelên Tirkiyeyê, bala civaka navneteweyî dikişîne. Wekî din, gelê Kurd bi rastî jî di demeke gelekî zehmet de, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Li Şengalê, li Kobanê, li her cihên Rojava bi lehengî li ber xwe dide. Cîhan hemû hurmetê nîşanî vê dide.

Têkiliya ji nêz a HDP'ê bi gelê Kurd re, bi civaka li Rojava û Başûrê Kurdistanê re, dostaniya bi tevgerên siyasî re bala her kesî dikişîne. Ev hemû ji bo avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo avakirina aştiya herêmêı ye. Ev nêzîkatiya me bala Rûsyayê jî dikişîne û destekê dibîne." Hevseroke Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hevdîtina wan a bi Lavrov re serketî derbas bûye. 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2020: The Guardianê albumê salê hilbijartin

ad

Perwîn Yûsif: ENKS bêyî agahiya Heyeta Kurdî çû Şamê

ad

Kirasê helbesta Mizgîn Ronak gelo çi reng e?

ad

Çima cihê salona Bernameya Hesenê Metê guherî?

ad

Li ser Fûara Pirtûkan a Frankfurtê du nivîsên nû

ad

Ev agahiyeke xweşik e: Hunermend Yelda Abbasî zewicî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname