Diyarname
Encamên 9'emîn Pêşbaziya Xelatên Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn.
Egîtîm-Sena Batmanê ku ev 9'emîn car e pêşbaziyê li dar dixe encamên wê eşkere kirin. Di warê kurdî û tirkî de beşdarên bi çîrokên xwe bi ser ketin diyar bûn.
Serketiyên kurdî
Di beşa kurdî de Alî Bal bi çîroka “Rêwîtiya Raburdu”, Mehmet Şîrîn Bulga bi çîroka “Gula Mîrza”, Laleşa Ûsiv bi çîroka “Keval” bi ser ket.
Beşa tirkî
Di vê beşê de jî Sîstem Şanli bi çîroka “Sinekler”, Denîz Mahabad bi çîroka “Surdu Odam”, Servet Bîlgîn bi çîroka “Benazir Butto'yu Ben Oldurdum”, Sulbiye Yildirim bi çîroka “Babamin Olu Kuşlari ” bi ser ket.
Şerzan Kurt dema li Zanîngeha Muglayê xwendekar bû di 12'yê gulana 2010'an de bi guleya polîsan hat kuştin. Egîtîm-Sena Batmanê ji bo bîranîna Kurd her sal pêşbaziyê li dar dixe.