Diyarname
72'yemîn Xelatên Emmy êvarê hatin belavkirin. Rêzefîlmê bi navê "Schitt's Creek" xelata "Rêzefîlmê Komedî yê Herî Serketî" jî di nav de di 7 waran de xelat girt û mohra we li şevê da.
Xelatên Emmy wekî "Oscarên Televîzyonan" têne hesibandin. Emmy yên 2020'an hatin belavkirin û êvara yekşemê bi merasimek hatin diyarkirin. Ji ber vîrusa koronayê merasim li Şanogeha Staples a li Los Angelesa DYA'yê li dar ket lê xelatgir nebûn, bi vîdeo konferans beşdar bûn. Li kursiyên şanogehê yên val jî wêneyên berendaman hatin bi cih kirin. Merasim ji kanala ABC hat weşandin.
Rêzefîlmê "Succession" di warê dramayê de xelata Rêzefîlmê Herî Serketî girt. Lîstikvar Jeremy Strong bi rola xwe ya di rêzfîlmê de di beşa dramayê de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.
Di warê komedî de xelata Rêzefîlmê Herî Serketî "Schitt's Creek" girt. Di warê kurterêzefîlm de jî berhemê HBO'yê "Watchmen" xelata Rêzefîlmê Herî Serketî girt.
Vane hin xelatên hatin belavkirin:
- Beşa Drama, Rêzefîlmê Herî Serketî: "Succession"
- Beşa Komedî, Rêzefîlmê Herî Serketî: "Schitt's Creek"
- Beşa Drama, Lîstikvanê Herî Serketî: Jeremy Strong, (Succession)
- Beşa Drama, Lîstikvana Herî Serketî: Zendaya, (Euphoria)
- Beşa Komedî, Lîstikvanê Herî Serketî: Eugene Levy, (Schitt's Creek)
- Beşa Komedî, Lîstikvana Herî Serketî: Catherine O'Hara, (Schitt's Creek)
- Beşa Drama, Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Billy Crudup, (The Morning Show)
- Beşa Drama Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Julia Garner, "Ozark"
- Kurterêzefîlmê Herî Serketî: "Watchmen"